Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de 23 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de tundkarî herî hindik li 80 jinan kiriye, herî kêm çar zarok kuştine. Zarokên kur jî di nav de Istismara cinsî li 25 zarokan kiriye, herî hindik tacîz li 7 jinan kiriye. Bi darê zorê karê sekse bi 49 jinan dane kirine.

 Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2020an de herî kêm 23 jin kuştine û tecawiz li 13 jinan kiriye.

Medyayê mirina herî hindik 14 jinan (Mêrdîn 1, Dîlok 1, Antalya 1, Karaman 1, Zonguldak 1,  Amed 2, Îzmîr 2, Stenbol 1, Duzce 1, Meletî 1, Semsûr 1, Kayserî 1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kiriye.

Di nav jinên ku mirinên wan “bi gumane” yek jê trans bûye.

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de hewl dane li Manîsayê jinekî bikuje. Her weha li Konyayê jinekî mafê xwe yê xweparastina rewa bikaraniye.

2019-2020

Di deh mehên 2019an de, mêran herî hindik 284 jin kuştine, taciz li 178 jinan kiriye, 217 zarok istismar kirine, tecawiz li 42 jinan kiriye, tundkarî li 502 jinan kiriye û heri hindik bi darê zorê karê seksê li 485 jinan kiriye. 

Di deh mehên destpêkê yên 2020an de, mêran herî hindik 229 jin kuştine, taciz li 122 jinan kirine, 226 zarok istismar kirine, tecawiz li 79 jinan kiriye, mêran tundkarî li 670 jinan kiriye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 715 jinan kiriye. 

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê ya 2020an de herî kêm 23 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 23 jin kuştibûn.

Ji jinên ku hatine kuştin yek jê Sûriyeyî bûye.

Mêran piştî ku jinekî ji bo “biryara parastinê” serî li polîsan daye, kuştiye. 3 jin jî digel biryara “dûrxistinê” jî hatine kuştin.

Jinên di meha Çiriya Pêşiyê de hatine kuştin

Bîhter Y., Buşra Gîzem Guzelsoy, Dondu T., Emel O., Gamze Esgîcîoglu, Gîzem Onal, Gul Gulsum, Gulay Guneş, Gulcan G. Gulya Barûtçû, Hatîce Tansu, Hazal Tektaş, Hiba Yusuf, Hulya Gulluce, Mahîde Guneş Unal, Makbûle Can, Melek A., Melek Bûlût, Nûran S., Seher Ozkûrt, Sıdıka U., Sînem Kaya, Tûgba Keleş

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (2), Antalya (1), Aydin (2), Çankiri (1), Amed (1), Duzce (1), Erzîrom (1), Isparta (1), Stenbol (5), Îzmîr (2), Qeyserî (1), Konya (2), Mereş (1), Mêrsîn (1), Osmaniye (1) 

Medyayê nenivîsiye bê ka mêran 15 jin ji ber çi kuştine. Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran çar jin ji ber “xwestine veqetin”, “nexwestine li hev bên, sê jin ji ber “hesûdiyê”, jinek bi hinceta “namûsê” kuştine.

Mêr/mêrê kevn 11 jin kuştine. Destgirtiyan 5 jin, zava du jin, bira jinekî, jinek ji ber redkirina mêr û jinêkî jî ji aliye temîrkerê ku tê mala wê hatiye kuştin., Medyayê nenivîsandiye bê ka mêran û du jinên ku kuştine hev nas dikirin an na.

Mêran 13 jin li nava malan, şeş jin li cihên weke daristan, wesayît, kuafor, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran çar jin li ku kuştine.

Mêran 16 jin bi çekên gulexwar, pênc jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine û du jin jî fetisandine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 36 failên kuştina jinan hebûn. Ji faîlan 11 kes hatine desteserkirin û pênc faîl hatine girtin.

Heşt faîlan xwe kuştine û çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya failekî nenivîsandiye.

Kuştina zarokan

Mêran di Çiriya Pêşiya 2020an de herî hindik çar zarok kuştine. Di heman meha sala borî de ev hijmar du bû.

Zarokekî dê û destgirtiyê wê û sê zarok jî bavê wan dikuje.

 li Mûglayê yek li Mêrsînê yek û li Rîzeyê her hindik 3 zarok  çapemeniyê mirina wan“biguman” nivîsandiye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Ruzgar E., Kûmsal K. Çapemeniyê navên du zarokan nenivîsandiye.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Stenbol (2), Çorûm (1), Antalya (1)

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm pênc faîl hene. Failekî xwe kuştiye, du faîl hatine girtin û du faîl jî hatine desteserkirin.

Tecawiz

Di meha Çiriya Pêşiyê de mêran tecawiz herî hindik 7 jinan kiriye. Par heman mehê mêran tecawiz li du jinan kiribû.

Destgirtiyê jinekê tecawiz lê kiriye. Melayek tecawizî sê jinan kiriye. Xwediyê kar tecawiz li jinekê kiriye, rêvebirê rojnameyê tecawiz li jinekê kiriye û bavê jinekê tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran li kîderê tecawiz lê jinan kirine..

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

 Antalya (1), Aydin (1), Stenbol (1), Kutahya(3), Mugla(1)

Pêvajoya hiqûqî

Ji pênc failên ku tecawiz li jinan kirine tenê yek hatiye girtin. 3 faîl hatine desteserkirin û derbarê faîlek de doz hatiye vekirin.

Taciz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Pêşiyê de de herî kêm taciz li heft jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 13 bû.

Jinan 5 mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin. Jinekê ji bo alîkariyê serili weqfekî dide, Midirê Weqfê ew tacîz kiriye. Jinekê birêveberê kafeye ew tacîz kiriye.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 5 jinan kiriye. Mêran jinekê bi mastirbasyonê û herî hindik 2 jin jî bi girtina wêneyên wan ew tacîz kirine.

Mêran li qadên civakî yên weke kolan û pêş ATMyê tacîz li 4 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li sê jinan kiriye.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Edirne (1), Stenbol (4), Bûrsa(1), Nevşehîr(1)

 Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 7 fail hebûn ku jin taciz kirine. Bi tene faîlek hatiye girtin. Herî kêm du faî hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye amadekirin. Yek ji wezîfeyê hatiye durxistin. Faîlek bi hepsa malê hatiye cezakirin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya failek nenivîsandiye.

Istismara zarokan

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî hindik istismar li 25 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 33 bû. Zarokek ku istismar lê hatiye kirin ji hêla aqilî ve xwediyê pêwistiyên taybet bû. Ji îstîsmaran her kêm du sistematik bû.

2 zarokên ku istismar li wan hatine kirin, mêrên istismar kirine nas nedikirin. Bavekî du zarokên xwe, birayê mezin zarokek, mixtar çar zarok, firoşyarê kolanan zarokek, mûavînê wesayîtê zarokek, xwediyê marketê zarokek û mêrek du zarok  îstîsmar kirine ku xizmê zarokan buye. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka 11 mêr kî ne.

Mêran li mal zarokek li nava kolan, park, market, otobus ango qadên civakî istismar li şeş zarokan kirine. Çapemeniyê cihê ku mêran istismar li 18 zarokan kirine nenivîsandiye.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Edene (2),  Dîlok (2), Aydin (1), Edirne (2), Erzîrom (1), Gîresûn (1), Stenbol (1), Îzmîr (1), Kocaelî (3), Mereş (1), Mêrdîn (2), Mêrsîn (1), Mûgla (1), Sêwas (1), Tokat (4), Trabzon (1)

 Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 21 fail hebûn. Tenê neh ji wan hatine girtin. Du faîl bi şertê kontrola edlî serbest mane. Derbarê faîlek de doz hatiye vekirin. Derbarê du faîlan de karên qanûnî hatine despêkirin. Du faîl hatine desteserkirin û faîlek bi hepsa malê hatiye cezakirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivîsandiye.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Çiriya Pêşiyê de, mêran herî kêm tûndkarî li 80 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 41 bû.

Mêran gefa kuştinê herî hindik li du jinan, gefa êrîşa zayendî li jinekê xwarine. Mêran her weha gefa kuştina zarokan li jinekê, gefa weşandina dîmenên wê li jinekê xwarine. Mêran herî hindik tundkariya dijîtal li du jinan kiriye. Mêran herî hindik gefa kuştinê li sê jinan xwarine.

7 jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye bi giranî birîndar bûne hu ew rakirine nexweşxaneyan. Digel biryara parastinê jî meran tundkarî li çar jinan kiriye.

Jinên ku mêran tundkarî li wan kirine du jê sûriyeyî, yek ûkraynayî bûye. Nehatiye aşkerekirin ku yek ji wan ji ku ye. Çapemeniyê nivîsandiye ku ne welatiya Tirkiyeyê ye.

Mêran tundkariya sistematik herî hindik li 5 jinan kirine.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (3), Antalya (2), Aydin (3), Êlih (1), Bûrsa (1), Çorûm (1), Denîzlî (1), Amed (2), Edîrne (27), Elezîz (1), Isparta (1), Stenbol (15), Îzmîr (1), Kayserî (2), Kirikkale (1), Kocaelî (2), Konya (1), Mêrdîn(1), Nevşehîr (2), Sakarya (3), Samsûn (3), Trabzon (1), Ûrfa (2), Yozgat (1). Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran du jin li ku kuştine.

Mêran, mêrên bi mehra melayî, destgirtî, destgirtiyê kevn tundkarî herî hindik li 54 jinan kirine. 16 jinan 21 mêrên ku tundkarî li wan kirine, nas nedikirin. Bav, kur, xizman jî herî hindik tundkarî li heft jinan kirine. Hevkarê du jinan, ajokarê texsiyekê tundkarî li jinekê kirine.

Çapemeniyê sedema tundkariya ku mêran li 69 jinan kiriye nenivîsandiye.

Mêran bi sedema “hesûdiyê” tundkarî li du jinan, “ji ber şerê zibil” li jinekê kirine. “Ji ber xwestine veqetin”, “nexwestine li hev bên” tundkarî herî hindik li pênc jinan kirine.

Mêran derb li 68 jinan xistiye û ew birîndar kirine. şeş jin bi kêran, çar jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran du jin bi ava keliyayî şewitandine.

Mêran li nava malan tundkarî li 28 jinan, li kolan, nexweşxane, wesayit, ofîs, otopark, market ango qadên civakî tundkarî li 32 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li jinan kirine. Mêran tundkariya dijital li du jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 86 fail hebûn ku tundkarî li jinan kirine. Bi tene 10 fail hatine girtin. Kelemçeya elektronîk xistine lingên du failan. Herî hindik 11 fail hatine desteserkirin.

Çapemeniyê ji bo herî hindik 25 failan gotiye “karûbarên yasayî an jî hiqûqî destpê kiriye, lêpirsînname hatiye amadekirin.”

Ji bo çar failan çapemeniyê gotye “lê diğerin”. Failekî xwe kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 32 failan nenivîsandiye.

Karkerîya seksê ya mecbûrî 

Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm bi 49 jinan karkeriya seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 85 bûye. Di nava wan jinan de zarokên keç jî hene.

4 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 77 fail hebûn ku karkeriya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê pênc fail hatine girtin. Herî hindik 72 fail hatine desteserkirin.

 Çavkanî/ Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin