Meleyên me ji neteweperestîyê bêtir ummetperest in!

Meleyên me ji neteweperestîyê bêtir ummetperest in!

Îro li Amedê di Camîya Kebîr (Ulu Camîî) de di xutbeya nimêja înîyê de bang hatîye kirin ku nabe misilman li hember kiryarên ku li Heleba Sûrîyeyê diqewimin bêdeng bimînin.

A+A-

Îro li Amedê di Camîya Kebîr (Ulu Camîî) de di xutbeya nimêja înîyê de bang hatîye kirin ku nabe misilman li hember kiryarên ku li Heleba Sûrîyeyê diqewimin bêdeng bimînin. Wextê xutbe hatîye xwendin hin kes hêsirên çavan rijandine û xemgîn bûne.

Berê limêjê meleyê camîyê di xutbeyê de gotîye; li Helebê însanîyetî û medenîyet hatîye tunekirin; ummetekî bifikirin ku axa wê hatîye parçe parçe kirin; misilmanan bera hev didin. Wexta birayên we li wê birçîne, bêderman in hûnê bi çi rûyê bêjîn em misilman in. Xaçperest di vê axê de bi salan cirît avêtin xwestin hemû misilmanan qir bikin lê Selahaddîn Eyubî yê cingawer derket û zora wan hemûyan bir.

Û mele dom kirîye gotîye; ey nêvîyên Selaheddînê Eyûbî hûn jî naxwazin li ser rêya Selaheddîn bimeşin, dê carek din Selahaddîn dernekevin, û ji van zalim û zilumkaran re nebejin bes e.

Xwedîyê van gotinan meleyê kurd e û bahsa cingawerîya Selaheddînê Eyyubî dike lê qet nayê bîra wî ne tenê li Helebê li Helepçeyê jî birayên wî yên misilman yên kurd hatin jahrdekirin û di nav çend deqîqeyan de 5 hezar însan hatin qetil kirin û hersal ji bo wan bîranîn dihên lidarxistin.

Mixabin rewşa meleyên me ev in; ew ji neteweperestîyê zêdetir ummetperest in; ji kurdayetîyê zêdetir musilman in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin