• Diyarbakır 27 °C
  • Batman 24 °C
  • Hakkari 15 °C
  • Şırnak 20 °C
  • Ağrı 16 °C

Meletî: Li ser derîyên elewîyan îşaretên carandin!

Meletî: Li ser derîyên elewîyan îşaretên carandin!
Li taxa cemal Gursel a Meletîyê derîyên Elewîyan bi boyaxa sor û bi îşareta carandin hatine destnîşankirin.

Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletîyê li Taxa Cemal Gursel ku zêdetir li wê taxê Elewî dijîn derîyên malên wan bi boyaxa sor û bi îşareta carandin hatine destnîşankirin.

Serokê Şaxa Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal a Meletîyê Mehmed Topal serdana wan 13 malên ku derîyên wan hatine îşratekirin, kirîye û bertek nîşan daye û gotîye ku; "ji niha de tiştên ku bihên serê elewîyan ew texmîn dikin; ew bi guman in dîsa ew ê tûjî zilm û qetlîaman bibin. Divê rayadarên dewletê demildest wan kesên ku derîyên van xanîyan îşaret kirine derxin ortê."

Di Nîsana 1978ê de jî dîsa li Meletîyê malên elewîyan hatibûn îşaretkirin û bi kuştina serokê Şaredarîyê  Hemid Fendoglu provaksîyonek hatibû li darxistin û şer di navbera sunne û elewîyan de rû dabû; 8 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes birîndar bibûn.

kapi.jpg

Ev nûçe 1082 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din