Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Mele Evdilkerîm: Kurdeke Xwebexş

A+A-

Bi navê Komîsyonê Pêşgotin:

Ev kitêba li ber destê we, encama xebateke kollektîf ku ji alîyê komîsyona me ve hatîye pêkanîn. Komîsyona me, ji Mahmûd Yoruk, Ciwanroj Ceyhan, Mehmet Çelîker, Îbrahîm Guçlu û Salîm Çelîker pêk tê. Bi damezirandina komîsyonê re, me navê xwe kir ”Komîsyona Amadekirina Kitêba Nasandina Mele Evdilkerîm” û me ji bo xwe programeke xebatê hazir kir.

Armanc bi vê programê ew bû ku em xwe bigîhînin ew mirovên ku Seydayê Mele Evdilkerîm nas dikin û ji wan, di derheqê Seyda de nivisar bixwazin. Bi vê armancê me lîsteyeke navan nivisand. Di hazirkirina navan de me ji bo xwe hinek pîvan danîn. Ji ber ku Mele Evdilkerîm miroveke piralî bû; ew li kêleka kurdperwerî û sîyasetmedarîya Kurdistanî, her weha, mirovekî civakî, xweşsohbet û hazircewab bû. Loma jî me xwest em xwe bigîhînin nas û dostên Seyda yên ku wî di van warandan xwedî agahî ne.

Bi vê minasebetê, me bi dor sîh navan re têkilî danî. Ji ber ku li ser mirina Seyda re gelek sal derbas bûne, hinek ji van naskirîyên Seyda, tendurustîya wan ne musaît bû ku tiştek binivîsîn ya jî bêjin. Beşek ji van kesan jî, bi me dan zanîn ku ew ne xwedî malûmateke berfireh in ku bikaribin tiştek bêjin an jî binivîsin.

Komîsyona me, ew nivisarên ku hatin tomarkirin, li gor paşnavan, bi awayekî alfabetîk, bi rêz kir: Eyup ALACABEY, Rûşen ARSLAN, Osman AYDIN, Saît AYDOGMÛŞ, Lutfî BAKSÎ, Rojen BARNAS, A.Selam BASÛT, Mahmût BEGÎK, Îsmaîl BEŞÎKÇÎ, Cuwanroj CEYHAN, Salîm ÇELÎKER, Şakîr EPOZDEMÎR, Ibrahîm GUÇLU, Yaşar KARADOGAN, Kendal NEZAN, Ahmet Zekî OKÇUOGLÛ, Ibrahîm RAMANLI, Şêx Mîzbeh YARÛK, Mahmut YORUK, Reşo ZÎLAN.

Nivisarên Osman Aydin, Rûşen Aslan, Saît Aydogmûş, Îsmaîl Beşîkçî û A.Zekî Okçûoglû bi zimanê tirkî hatibûn nivîsîn. Ev nivisar, ji alîyê Dr. Dilawer Zeraq ve ji tirkî hate wergerandin. Kek Dîlawer, nivisaran di warê rastnivîsînê de jî kontrol kir û bi kurmancîya xwe ya delal hevokên me kemiland. Em li vir, bi navê komîsyonê, ji Dilwer Zeraq re sipas dikin. Nivisara Şêx Mîzbeh û ya Îbrahîm Ramanli ji ber qeyda videoyê, ji alîyê Komîsyona me ve, hatîye nivîsîn..

Seydayê Mele Evdilkerîm, ji bilî vê xebata komîsyona me, di meha îlona 2006an de, li Farqînê li ser mezelê xwe, hatîye bibîranîn. Sala 2006an, salvegera sîh salîya koça Seyda ye. Ji bo vî karî, komîteyek hatîye damezirandin. Ev komîte, ji Îbrahîm Guçlu, Lutfî Baksî, Cuwanroj Ceyhan, Şêx Mizbeh û Salih Azîzoglu pêk hatîye. Ev komîte, di heman demê de ji nas û dostên Seyda re name rêkirîye, ji wan, di derheqê Seyda de, daxwaza mesajan kirîye. Bi vê minasebetê, Xetîce Yaşar, Rojen Barnas, Kendal Nezan, Salim Çelîker, Yaşar Kaya, Fahrî Olçer, Yaşar Karadogan, Alî Kiliç, Yaşar Abdulselamoglu, Omer Ozmen, Şefîq Oncu, Marûf Yilmaz mesaj rêkirine. Mesaja Rojen Barnas û ya Kendal Nezan, wek du nivisarên kin, di vê kitêbê de cîh digrin. Wekî rêxistin, Hak-Par şaxa Dîyarbekirê, Komeleya Tevgera Kultur a Kurdistan li Elmanyayê û Komeleya Çandî ya Licê ji bo bîranîna Seyda ji komîteya bîranînê re mesaj şandine.

Armanc bi vê berhemê ew e ku em, zehmetkêş û emekdarên têkoşîna neteweyê kurd nas bikin, wan bi neslê nû bidin naskirin. Ev yek, ne tenê wefaderî ye, lê her weha, mildayîna havizeya kollektîfî û avakirina hişmendîtîya neteweyî ye. Em di wê bawerîyê da ne ku her kesê ku tevî karwana têkoşîna neteweyî bûyê, ew dê neyê jibîrkirin.

Her çikas ev têkoşîn, di şertên îroyîn de, tûşî îdeolojîyeke naylon û totalîter bûbe û ji armanca xwe ya neteweyî dûr ketibe jî, dînamîzma neteweyê kurd xwedî qudret e ku dikare hişmendîtîya neteweyî ji nû ve bike pêşeng û xwedîyê vê dozê.

Em di hêvîyê da ne ku bi vê kitêbê, Seydayê Mele Evdilkerîm hatibe nasandin û ew, wek xelekek ji zîncîra têkoşînê, cîhê xwe girtibe.

Komîsyona Amadekirina Nasandina Mele Evdilkerîm-Dîyarbekir

1-349.jpg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar