Mela Bextiyar: Em îtibara YNKê dixin binê erdê!

Mela Bextiyar: Em îtibara YNKê dixin binê erdê!

Berpirsê desteya politburoya YNKê bi tundî derbarê kongreya çarem a YNKê de hişyarî da. Parlamenterekî berê yê wê partiyê jî behsa egera karesatekî mezin nav YNKê de dike.

A+A-

Berpirsê desteya politburoya YNKê bi tundî derbarê kongreya çarem a YNKê de hişyarî da. Parlamenterekî berê yê wê partiyê jî behsa egera karesatekî mezin nav YNKê de dike.

 

Duh 17.09.2019ê di dema pêşwazî kirina hejmarek endamên komîteya Şoreş a YNKê de Mela Bextiyar, ku demeke dest li kar û civînên partiyê berdabû, lê di wê civînê de hişyariyên tund da.

 

Gotinên Mela Bextiyar ku di tora wî ya civakî facebookê de jî hatin belav kirin, ragehand pêwîste YNKyî bi hişyariyeke mezin ve danûstanê li gel rewşê bikin.

 

Herwaha got: ‘’Di demekî ku rexne û rexnedayîn nemaye û lêpirsîn nemaye, pêwîste kongre bê lihevkirin be û kongreya guhertinan be.’’

 

Mela Bextiyar di hişyariya xwe de dibêje: ‘’Eger em kongreya lihevkirinê em bikin, wê demê em îtibara YNKê dixin binê erdê.’’

 

Ji aliyeke din ve parlamenterê berê yê YNKê Dana Seîd Sofî ji basnewsê re ragehand: ‘’Nav YNKê de têgeheştinek heye li ser wê yekê ku giringe ciwan derkevin pêş û YNKê birêve bibin.’’

 

Herwaha egera metirysekî din nav YNKê de aşkera kir û ragehand: ‘’Eger YNK bixwaze li gel vê rewşa naha xwe hemaheng bike, pêwîstî bi wê yekê heye ku cîh bi berfirehî bide ciwanan ku birêve bibin, eger YNKê vê kongreyê de ciwanan dernexe pêş dê rastî karesatekî mezin bê.’’

 

Herwaha diyar kir ku eger ciwan dernekevin pêş, wê demê ti hêviyek namîne ku xwe wek alîgirê YNKê dizanin û dê sarbin ji partiyê û baweriya wan dê kêm bibe û ev yek jî ziyanê dê bigehîne YNKê.

BASNEWS

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin