Mela Bextiyar: Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê girêdayî çareserkirina rewşa Sûriyê ye

Mela Bextiyar: Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê girêdayî çareserkirina rewşa Sûriyê ye

.

A+A-

Endamê Encûmena Bilinda Siyasî û berjewendiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar derbarê rewşa Rojavayê Kurdidstanê ji Rûdawê re got: “Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê girêdayî çareseriya pirsgirêkên Sûryê bi giştî ye.”

Mela Bextiyar li ser rewşa herêma Kurdistanê de got “Eger hêzên Kurdistanî li ser bernameyeke hevbeş a nû yan stratejiyeke nû, yan jî projeyeke siyasî, aborî û desthilatdarî ya nû li hev nekin, ez paşeroja Kurdistanê pir xirab dibînim.”

Çima ev pirsgirêk her ku diçe mezintir dibin? Dema ku Îranê êrişa mûşekî ji bo ser Hewlêrê kir û her ku diçe şer û pevçûn di navbera Tirkiyê û PKKê de li nav axa Herêma Kurdistanê zêde dibin, çima ev pirsgirêk hema mezintir dibin. Bi dîtina te, sedema vê yekê çi ye?

Herwiha sedemên êrişên mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê û şer û pevçûnên di navbera Tirkiyê û PKKê de Mela Bextyar wiha tîne ziman “Sedem ew e ku di kokê de ti yek ji van pirsgirêkan nehatine çareserkirin, ne li Bexda û ne jî li Kurdistanê. Ger tu pirsgirêkan ji qurm ve çareser nekî û tenê wan pîne bikî, ew ê bê guman ji nû ve derkeve holê û dê pîne hilqete.”

Rûdaw: Festîvalên li Kurdistanê zêde temendirêj nabin, lê Gelawêjê karî 25 salan berdewam bike, we ev çawa kir?

Mela Bextiyar: Festîvalên din ji pêdiviyên pêşketina wêje, huner û afirîneriyê dernakevin. Yan biryara hizbî li dû ye yan jî hikûmet dixwaze merasîman organîze bike û xizmetê bike, lê Festîvala Gelawêjê ji nav malzaroka pêdiviyên pêşketina wêje, afirandin û hunerê ji dayik bûye û her ji destpêkê ve biryar wisa bû ku berdewam bikira. Em sal bi sal jî dinirxînin, kil û kêmasiyên xwe nas dikin, û em diyardeyên nû yên geşbûna wêje, huner û cîhana festîvalan li ber çavan digirin û programan ji bo wan datînin.

Rûdaw: Gelo medya wek pêwîst girîngiyê dide Festîvala Gelawêjê?

Mela Bextiyar: Medyayê texsîrî nekiriye. Em spasiya hemû kanal, malper, rûpel û rojnameyan dikin. Îsal Rojnameya Kurdistanî Niwê însiyatîf girt ser xwe û pêvekeke taybet bi Festîvala Gelawêjê derxist.

Rûdaw: Her sal di gotarên te de li Festîvala Gelawêjê, xewnên te yên bêhtir ji bo festîvala sala bê hene, gelo xewna te ji bo sala bê ji bo mezintirkirin û berfirehkirina festîvalê çi ye?

Mela Bextiyar: Berê em rûniştin û em axivîn, me got divê bernameya yubîla zîvîn a festîvalê ji 24emîn gera par pir cuda be, û bername dihêle ku em ji nikaribin ji gera 26an paşde vegerin û divê em ji 25an çêtir bin, ji ber vê yekê min îro bi rexnekirina kil û kêmasiyên festîvalê dest bi axaftina xwe kir da ku xwe dubare nekin. Helbet piştî navbereke kurt em ê rûnin û nêrînên hin nivîskar, hunermend û pisporan werbigirin da ku em ji niha ve li ser bifikirin ka em ê çawa festîvala xwe ya 26an ji ya 25an baştir bikin.

Rûdaw: Ti xebatek bê kil û kêmasî nîne, hinek wêjevan û nivîskarên parçeyên din ên Kurdistanê ku li vir bûn, xasma yên Rojavayê Kurdistanê gazin kirin ku hindik ji wan ji bo festîvalê hatine vexwendin, gelo çima wisa bû?

Mela Bextiyar: Ev têkildarî wan bi xwe ye. Ji ber ku me 5 mehan beriya destpêkirina festîvalê bangek weşand kê mijareke wî/wê heye bila bişîne. Me navnîşana malper, rûpel û hejmara têlefona xwe jî belav kir. Yê ku mijar şandiye çûye nava komîteyên nirxandinê û yê ku neşand jî, jixwe me mêvanxaneyek venekiriye. Em dixwazin nivîskaran vexwînin û mijar û babetan binirxînin. Em dixwazin behremendan bînin û derî ji wan re vekin ku beşdarî pêşbirkê bibin. Yên ku beşdar nebin, xwe ji festîvalê mehrûm dikin, ne em, lê ew bi xwe ne. Ez ji vêga ve bang li wan dikim ku bila nivîskar, rexnegir, helbestvan û hunermend ji bo 26emîn festîvalê berhemên xwe amade bikin.

Rûdaw: Tiştê ku niha li Kurdistanê tê dîtin ew e ku dezgehên ragihandinê zêde bûne, lê wêje û edebiyat kêm bûye, li gor te sedem çi ye?

Mela Bextyar: Zêdeyî nîvê kesên ku li salonê bûn, bi cîhana edebiyat, wêje û helbestê re mijûl bûn.

Rûdaw: Heke em behsa rewşa Kurdistanê bikin, gelek caran rexneyên te dibin cihê nîqaş û gazinan, lê tu paşeroja Kurdistanê çawa dibînî?

Mela Bextiyar: Eger hêzên Kurdistanî li ser bernameyeke hevbeş a nû yan stratejiyeke nû, yan jî projeyeke siyasî, aborî û desthilatdarî ya nû li hev nekin, ez paşeroja Kurdistanê pir xirab dibînim.

Rûdaw: Sedema vê metirsiya te ya zêde çi ye?

Mela Bextiyar: Ew e ku niha heft meh in hilbijartinên Iraqê bi dawî bûne, kurd bi çar ajendayan çûne Bexdayê. Karnameya YNK, karnameya PDK, karnameya Nifşê Nû û karnameya îslamiyan. Ma divê em bi rastî bigirîn an bikenin? Em miletek in ku hîn jî bi derdora me ne hêsan e ku heta dawî me bipejirînin. Li Bexdayê hinek rexnegir û dijberên herêmê peyda bûne ku dixwazin pêdaçûnê li destûrê bikin û fişaran li ser me bikin. Ev çend sal in budceya me dibirin, yasaya neft û gazê cîbicî nakin, bûdce û mûçeyên me jî cîbicî nakin. Çekdarkirina pêşmergeyan cîbicî nakin, gelo ev yek di paşerojê de nabe ku me bixe ber rewşeke metirsîdar? Çima heta niha Madeya 140ê nehatiye cîbicîkirin? Çima budceyê naçesipînin? Çima qanûna neft û gazê bi cih nayînin? Ev xwemelisandinek e ji bo ku di firsendekê de tiştên di bin berê de ne ji me re derxin ser berikê. Divê ev yek ji aliyê rêveberiya siyasî ya Kurd ve were xwendin, divê ev yek me bihejîne.

Rûdaw: Bi dîtina te, ev metirsî nehatine xwendin?

Mela Bextiyar: Xwendin ne di asta wê yekê de ye ku bernameyeke hevbeş û biryareke hevbeş çêbibe ji bo rûbirûbûna metirsiyên veşartî û ez bawer im dê ji bo me werin ser sehnê. Li pişt perdê ji bo me tê pêş perdeyê, ez piştrast im. Em ê di salên pêş de bi pirsgirêkeke kûr re rû bi rû bimînin. Em bi zîhniyeta mezhebî û şovenîst a Ereban, zîhniyeta hikûmeta navendî ya Iraqê re rû bi rû ne. Ez piştrast im ku em ê bi wan re tûşî wan pirsgirêkan bibin.

Rûdaw: Tu çûna nakokiyan, nebûna yekrêziya Pêşmerge û hebûna navçeyên zer û kesk ji bo nava Encûmena Asayişa Navdewletî çawa dibînî û ev mijar dê li wir bandoreke çawa li ser baştirkirina rewşê bike?

Mela Bextiyar: Ev ne cara yekem e ku Plaschaert li zengilê dide. Par jî (2021) wê ev rexne girt û ji me re li wî zengilî da, lê hin siyasetvanên negihiştî vê yekê qebûl nakin. Siyasetvanên negihiştî! Vêya naxwînin. Li vê gotinê guhdar nakin û difikirin ku NY bîrokratîk e û difikirin ku Jeanine Plasschaert ne xwedî desthilat e. Plasschaert diçe Konseya Ewlekariyê, li wir nûnerên hêzên mezin ên cîhanê dibîne û li pêşber wan gotaran dixwîne. Vê carê jî ne bê sedem bû ku beşeke berbiçav a axaftina wê li ser Herêma Kurdistanê bû. Duh jî daxûyaniyek din da û got, min zengil lêxist, ne tenê nehat bihîstin, lê niha pirsgirêkên Kurdistanê zêde bûne, ev zengil e. Pêr jî daxuyaniyeke din da û got, min zengil lêxist, ne tenê nehat bihîstin, lêbelê niha pirsgirêkên Kurdistanê zêdetir bûne, ev jî lêdaneke zengil e. Ger em hay ji van hişyarî û nîşanan nebin, dema ku em pê bihesin dê li me biqewime. Ji ber ku hêzên girs heta dawî li hember kêşeyan debar nakin, tenê ewqasî dikarin xwe li hember kêşeyan bigirin ku ji te re bêjin pirsgirêkên xwe çareser bike û ji bo asta hevkêşeyên Iraqî, navçeyî û navdewletî bilind bibe. Ez ji serkirdayetiya hemû partiyan dipirsim, sibe-du sibe dewleta Iraqê biryarê bide ku nabe şirket bi ti awayî bi petrola Herêma Kurdistanê re tevbigerin û bi Tirkiyê re bigihînin xetimînê, ku nabe petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ji bo bazarên ku petrola Kurdistanê li wan tê firotin were gihandin, wê bersiva Tirkiyê û kompaniyan çi be? Eger Iraq bigihîne gefa boykotkirina wan şirketan yan dewleta Tirkiyê, wê bersiva wan çi be? Bê guman dê li ser me bigirin.

Rûdaw: Gelo wê bigihe asta ku Iraq vê yekê bike?

Mela Bextiyar: Wê bigihe. Gef diyar in, gefa wezîrê petrolê diyar e, gefa qutkirina 200 milyarî diyar e, gotûbêjên ku şandên Kurdistanê diçin Bexdayê û dikin diyar in. Wezîrê petrolê yê Iraqê çendîn car dibêje, Herêma Kurdistanê heta niha ti petrol radestî me nekiriye, Herêma Kurdistanê vê yekê yan jî wê yekê nake… Ev sazkirina hêncetan e, yanî wezîrê petrolê bi tena serê xwe vê yekê nabêje, desthilata wezîrê petrolê nîne ku bi serê xwe biaxive heke di civata wezîran de yan bi serokwezîr re yan navendên din ên biryardanê re li Iraqê neşêwirîbe yan jî jê re nehatibe gotin.

Rûdaw: Bi dîtina te, biryarên ku te dabaşa wan kir ku ji hêla Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ve jî li dijî Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, ji ber ku dadgeha bilind e tane li biryarên wê nayê xistin, gelo ev li hember Herêma Kurdistanê qanûnî ne yan ew dadgeh bi xwe ne serwer e û aliyên siyasî biryarê jê re didin û zextê lê dikin?

Mela Bextiyar: Min di Foruma Dezgeha Nalî de gotiye û ez ê niha jî bibêjim, ez difikirim ku ew biryar ne rast bûn. Lap ne qanûnî û destûrî bûn. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û pisporên me vêya gotûbêj bikin ka gelo Destûra Iraqê dibêje petrola ku nayê derxistin mafê herêman e yan jî mafê hikûmeta navendî bi tenê ye. Divê ev yek bi deqê destûrê ango makezagonê were piştrastkirin. Ev pirsa te tê wê maneyê ku li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek hiz û aliyên Kurdistanî tirs heye ku hikûmeta federal biryarên nedestûrî yan neqanûnî bide yan jî di bin fişaran de biryaran bide. Ango biryarên din jî li dijî Herêma Kurdistanê ji aliyê heman dadgehê ve bi rê de ne. Yekem: Wan biryarek li ser radestkirina petrolê daye û hikûmeta Herêma Kurdistanê niha jî gotûbêjê li ser wê yekê dike û ev jî hênceteke bihêz e ku Dadgeha Federal li ser wê yekê pêkutiyê bike. Duyem: Dayîna 200 milyar dînarî bi giranî girêdayî çareserkirina kêşeya petrolê ya li gel Bexdayê ye, baş e eger çareser nebe, gelo dê nebe asteng ji bo dabînkirina 200 milyar dînarî, lê nabe asteng ji bo dabînkirina budceya Kurdistanê û dibe sedema peydabûna hin pirsgirêkên din jî. Ango divê em bitirsin, em di xetereyê de ne.

Rûdaw: Gelo çi qas peywendiya van tiştên ku em qala wan dikin bi avakirina hikûmeta Iraqê re heye, eger hikûmeta nû ya Iraqê bê avakirin, wê ev fişar û zextên han li ser Herêma Kurdistanê kêm bibin?

Mela Bextiyar: Ez ê wisa bersiva te bidim: Heke hikûmet pêk were jî, pirsgirêkên di nava hêzên şîe yên Iraqê de her dimînin, pirsgirêkên di navbera şîe û suniyan de her dimînin û pirsgirêkên di nava Parlamentoya Iraqê de jî dê her bimînin. Ev kêşe dê di nava hikûmeta pêkhatî ya paşeroja Iraqê de cih bigirin û di peywendiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de reng vedidin û dimînin. Vêga piraniya hizb û aliyên Iraqî û Kurdistanî pir dixwazin dawî li pirsgirêka serokomar û serokwezîr bînin. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû sedemên bingehîn ên pirsgirêkan dê hemî bi dawî bibin. Pirsgirêk dimîne û piştî hilbijartina serokomar û serokwezîr dîsa derdikeve holê.

Rûdaw: A ku têkildarî me be, piştî ku hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê serdana aliyên siyasî kir û behsa avakirina dezgehên Kurdistanê kir, li gor te, ji bo serkeftina van hewldanan çi pêwîst e?

Mela Bextiyar: Têkildarî Nêçîrvan Barzanî ne xerîb bû ew pêngav avêt, siyaseta wî her ev e. Ez kêfxweş im ku ew li ser vê siyasetê berdewam e û min di nivîsekê de jî behs kir û hê bêtir kêfxweş im jî ku ji bilî Nifşê Nû, hemû partiyan banga wî wergirt, ev pir girîng e, lê ger lihevkirinek çênebe, dê ev hewldan jî wekî yên din bêhûde bin.

Rûdaw: Li gor te, dê bigihin rêkeftinekê, piştî ku polîtburoyên her du aliyan civiyan, lê heta niha hûrgiliyên rêkeftina civînê nehatine eşkerekirin. Tişta ku ji bo îro girîng e, her du alî li ser li hev bikin mijara serokomar e?

Mela Bextiyar: Ji bo vêya, yekem civîn e di navbera YNK û PDKê da ku em bêjin erê welle li hev kirin. Ji tiştên di nava tûrikî de bitirse, ji pirsgirêka gaz û neftê bitirse, ji gumrikan bitirse, ji budce û pişkên partîtî bitirse. Ev hemû pirsgirêkên ku heta niha lihevkirinê asteng dikin û bûne kelem. Divê YNK, PDK û partiyên din rûnin û li ser pilêtê biaxivin, yanî li ser pirsgirêka herî dawî biaxivin û pirsgirêkan hilawistî nehêlin.

Rûdaw: Çima ev pirsgirêk her ku diçe mezintir dibin? Dema ku Îranê êrişa mûşekî ji bo ser Hewlêrê kir û her ku diçe şer û pevçûn di navbera Tirkiyê û PKKê de li nav axa Herêma Kurdistanê zêde dibin, çima ev pirsgirêk hema mezintir dibin. Bi dîtina te, sedema vê yekê çi ye?

Mela Bextiyar: Sedem ew e ku di kokê de ti yek ji van pirsgirêkan nehatine çareserkirin, ne li Bexda û ne jî li Kurdistanê. Ger tu pirsgirêkan ji qurm ve çareser nekî û tenê wan pîne bikî, ew ê bê guman ji nû ve derkeve holê û dê pîne hilqete.

Rûdaw: Çareserî çi ye? Tişta ku min vêga ji te bihîst, metirsî hîn zêdetir in û kêşe jî kûrtir in, nexwe lazim e kiyanê siyasî çi bike?

Mela Bextiyar: Min du tişt gotin, eger rêkeftineke stratejîk yan projeyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera YNK, PDK û partiyan nebe, ev tê wê wateyê ku dê dîsa pirsgirêk derkevin holê. Ya duyemîn, min got divê çareserkirina pirsgirêkan ji kok û qurman ve bê kirinê.

Rûdaw: Lê jixwe berê jî di navbera YNK û PDKê de rêkeftinek hebû.

Mela Bextiyar: Ew peyman di qonaxeke din de bû û niha qonax bi dawî bûye, her qonaxek hêjayiyên xwe yên siyasî, aborî û hizbî hene. Em di qonaxeke nû de ne, piştî rêkeftina stratejîk 3 hilbijartin li Iraqê hatin kirin, ku YNK ji wê rêkeftina stratejîk derketiye, bila ez vê ji dîrokê re vebêjim, YNK ji rêkeftina stratejîk a PDKê derketiye der. Niha YNKê xwe ji bo rêkeftineke din amade kiriye. Kerem bikin bila rûnin û komîteyan ava bikin ji bo ku yan peymana stratejîk bikin an jî li gor projeyek nû li hev bikin.

Rûdaw: Tu paşeroja siyasî ya parçeyên din ên Kurdistanê, xasma Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî?

Mela Bextiyar: Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê ji çareserkirina kêşeyên seranserî Sûriyê ye. Ez ti derfeteke din ji bo wê nabînim û min ti garantiyeke din jî ji ti dewleteke din, ne bi taybetî û ne jî bi fermî nebihîstiye. Lewra ya herî baş ew e ku bi her awayî beşdarî Kongreya Jinêvê bibin, lê ne wek Konferansa Aştiyê ya 1920-1921 be ku nûnerê Kurd çûbû Konferansa Aştiyê ya Parîsê, tu beşekî Kurdistanê, bi taybetî li başûr, ne eşîran û ne jî serdarên kurdan name neşandin û negotin ew nûnerê me ye, nûner bi xwe di kongreyê de diaxivî û nûnerê Îngilîstanê jî bersiva wî dida ku ev nêrîna te ye û ne ya serkirdên kurdan e. Niha pêwîstiya Kurdên Rojava bi rêkeftina di navbera ENKS û PYDê de heye û bi gotareke yekgirtî yadaştnameyekê biweşînin û li deriyê Kongreya Jinêvê bidin ji bo ku daxwaza mafên Kurdan bikin; li Neteweyên Yekbûyî, li Konseya Ewlekariyê ya NY û bi partî û dewletan re. Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ye û ENKS û PYDê ji hev nefret dikin, de baş e wê Amerîka çi bi we bike hey Kurdên Sûriyê ku hûn di nav xwe de li hev nakin, ma li Rojavayê Kurdistanê du xal nînin ku ENKS û PYDê li ser li hev bikin? Li ser kîjan mafên kurdan li hev dikin bila li hev bikin. Bêyî lihevkirina wan, ez ji siberoja Rojava reşbîn im.

Rûdaw: Bila em li ser rewşa nava YNKê biaxivin, niha Dîdara YNKê tê lidarxistin, gelo ev ji bo YNKê gaveke baş e?

Mela Bextiyar: Carekê şandeke amadekar a vê Dîdarê hate bal min û gotin nêrîna te çi ye? Min got heke hûnn bikarin ji %10 heta 20% reforman bikin, ez ê spasdarê wê bim. Min got jî ger hûn nikaribin hinekê ji gendeliya heyî çareser bikin, hûn nikaribin gumrikan kontrol bikin, pirsgirêkên bank û mûçeyên xelkê çareser bikin heyvek derbas nabe û dê xelk dest bi rexnekirina we bikin û hûn ê xirabtir deyndar bibin. Ez nizanim dê Dîdar kengê bi dawî bibe, eger nekarin bersiva awayê çareserkirina pirsgirêkên ku hemwelatiyên Kurdistanê ji ber wan dinalin, çi siyasî û aborî û civakî bidin û heke bersiva pirsgirêkên nav YNKê bixwe jî nedin, ez we piştrast dikim herî zêde heyv û nîvek naçe, bibîne çawa tişta ku di bin berrikê de ye tê ser berrikê, her ji rexneyê bigire heta nerazîtî û pirsiyarkirinê.

Rûdaw: YNK dibêje, tişta ku me di kongreyê de nekarî bikin, em ê niha bi vê Dîdarê bi dawî bikin. Bi dîtina te, dê ew Dîdar jî her çarenûsa kongreyê bibîne?

Mela Bextiyar: Beriya kongreya çarem, axaftineke zêdetir hat kirin, gotin ku dê ew kongre dîroka YNKê û arasteya wê biguhere û em ê YNKê bikin YNK-eya ku Mam Celal dixwest. Niha dibêjin kongre xerab bû û planên xerab di kongreyê de hebûn û karên xerab tê de hatin kirin û hwd... li ser kongreyê gelek rexne hene. Beriya kongreyê jî me heman tişt digot, paşê dîsa hat ser gotina me, niha jî divê mehek û nîv di navbera min û hemû hevalan de be ku li wê Dîdarê amadekar an serperiştyar in an jî di komîteyan de ne, nekarin li ser çend pirsên girêdayî çarenivîsa aborî ya gel û jiyana hizbî ya YNKê çareseriyan bibînin; çawa vêga ku nerazîbûneke berfireh li ser wan e, bêguman wê nerazîbûn zêde bibin kêm nebin.

Rûdaw: Bi te baş bû ku Pavel Talebanî bû serokê YNKê û di Dîdarê de wek serokê wê partiyê hat nasandin?

Mela Bextiyar: Ez vêga nikarim li ser vê mijarê biaxivim, çimkî me bêyî min hevserok hilbijart. Hate gotin ku dê ew hevserok werçerixîneke mezin di dîroka YNKê de çêbike. Ji min pirsîn ka nêrîna te li ser hevserok çi ye. Min got niha wextê bidin min bila ez li ser bifikirim û bibînim ka ew çi dikin. Piştî demekê dîsa ji min pirsîn. Min got ew ê saleke din di nav xwe de têk biçin û têk çûn jî. Niha ez nikarim heta çareseriya pirsgirêkan nebînim û heta ku ez xwendin û gotarên nû ji rêheval Pavel û yên ku pê re dixebitin nebînim, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hizbî, aborî û civakî û peywendiyên YNK û partiyên siyasî; ez ji niha ve nikarim biryarê bidim, lê ez ji dil hêvî dikim ku bi ser bikeve, her çend kevneşopiya serok ne kevneşopiya dîroka YNKê bûye, lê kevneşopiyeke nû û berpirsiyariyeke giran e.

Rûdaw: Qubad Talebanî di axaftina xwe de got ku ew ê YNKê bikin wek berê ku teqlê bi fîl lê dide?

Mela Bextiyar: Ma kê heta niha destê wî girtibû? Heta niha kesî destên hevalên Mekteba Siyasî, kekê Qubad û kekê Pavel negirtiye. Ma qey niha partî (YNK) ne li cem wan e? Ma biryar, desthilat, medya, hêzên Pêşmerge û asayîşê ne li bal wan in? Nexwe li ser çi rawestiyaye?

Rûdaw: Ne tu û ne jî ti endamekî Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên YNKê beşdarî Dîdarê nebûn, çima?

Mela Bextiyar: Em her ji serî ve, piştî ku kongreya çaremîn me kuta bû, em li Encûmena Bilind civiyan û me got, eger desthilat û organ li gor dilê me neyên dabeşkirin û berpirsiyariya cîbicîkarî ya Encûmena Bilind nebe, em ê jê bigerin bila hevalên Mekteba Siyasî, hevserokê wê demê û rêhevalên karger heta kongreya bê derfet û şansê xwe yê dawî biceribînin. Ger bi ser ketin, em ê bi wan serbilind bin, ger bi ser jî neketin, dê hingê gotinên din derkevin holê.

Rûdaw: Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên YNKê niha maye?

Mela Bextiyar: Erê, bi fermî maye.

Rûdaw: Ez dixwazim pirsa min a dawî li ser tenduristiya te be. We hingê daxwaz ji Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku lêkolînên zêdetir li ser mijara jehrîkirina we bike. Lê heta niha bersiva wê daxwazê nehatiye dayîn ku bûye cihê pirsyara gelek merivan?

Mela Bextiyar: Min dixwest tu vê pirsê pêşî ji rêheval Pavel bikî û duyem jî ji karger û mekteba siyasî, ji ber ku min nameya xwe raberî wan kir. Berpirsiyariya wan a exlaqî û siyasî bû ku bersiva min bidin. Ez ne ji sedî 99, lêbelê ji sedî 200 hatime jehrîkirin. Agahiyên min hene ku ez çawa hatime jehrîkirin, min ji rêheval Pavel re gotiye, min ji berpirsê Zanyarî re gotiye. Her endamekê Mekteba Siyasî ku hatibe cem min, min behs kiriye û min li gor rêbaza partiya xwe û exlaqa partiya xwe, piştî ku ez hatime bi belgeyan ji baştirîn nexweşxaneya Almanyayê vegeriyam, bi belgeyên profesorê xwe ku serperiştiya min dikir, min rapor bi Almanî, Îngilîzî û Kurdî ji wan re şand, min heman rapora doktorê xwe wergerand ser zimanê îngilîzî û kurdî, heta niha wan bi fermî bersiva min nedane. Sedem jî pirsgirêkên wan ên navxweyî ne, ez nizanim. An jî ditirsin ku ew doz bigihe asta ku yek ji berpirsên payebilind ên Zanyarî eşkere bibe ku wî ew sûc kiriye? Nizanim. Lê ez dîsa jî dibêjim ku heta vêga jî exlaqa min a hizbî dibêje, divê tu rawestî heya ku ew rêheval biryarê bidin. Ger her biryar nedan, wê demê ez ê bi xwe biryarê bidim.

Rûdaw: Biryara te dê çi be?

Mela Bextiyar: Ez ê herim dadgehê.

Rûdaw: Ma tu heta niha neçûyî dadgehê?

Mela Bextiyar: Na, dadgeha min partiya min e.

Rûdaw: Tu yê heta kengê bendewariyê bikî?

Mela Bextiyar: Îcar ma qey bêhnfirehî di siyasetê de xirab e? Êdî ez hatim jehrîkirin û hatim dermankirin jî, ne bi dilê min bû û min got jî ku di nava dezgeha Zanyarî de ew kar li hember min hatiye kirin, ez navê kesî nabêjim. Pir pir ne bi dilê min bû. Bawer bike, bi min xweş bû ku ez bi destê DAIŞê û dagirkerên Kurdistanê bihatama kuştin, lê ne ku organekê ji organên YNKê jehr têxista nav xwarina min. Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku di dîroka min a siyasî de, 7 caran hewldana kuştina min ji aliyê partiyên Kurdistanî û dijminên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatiye kirin. Lê ez niha bi nizmî û miqateyî bersiva te didim, ji ber ku partiya min e! 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin