Mêjû qencî û xerabiyan jibîr nake

Mêjû qencî û xerabiyan jibîr nake

Ebdirehmanê Gundikî

A+A-

Serhatî  û serborîyên miletê Kurd li  gel bûyerên tehil û şîrîn pir in. Miletê Kurd bi welatê xwe Kurdistanê ve rasta gelek neheqîyên mêjûyî hatîn e. Ya ji bo miletê kurd giring  eve ye ko dê çawa dersan ji mêjûya xwe û serhatîyên xwe bigire; ne ewe ye ko xwe ji rastî û serhatîyên xwe veşîre. Milet bi naskirina rastîyên xwe, bi ketin û rabûn , xweşî û nexweşîyên xwe ve digihîje bextewarîya xwe ya netewî. Qenc û xirab, qencî û xirabî, xeletî û rastî di nêv hev de dijîn. Ji bona mirov bikare evan pirsan ji hevdu vavêr bike, divê mirov wan pirsan bi tev de nasbike, wekî  heyî  bibîne û rêyekê ji wan rêyan ji bo xwe bibijîre. Pêdivî bi evê çendê heye; miletê kurd bêtirs  xeletî û rastîyên xwe yên mêjûyî bibîne û dersan ji serhatîyên xwe bigire.

Em wekî  milet nikarîn ji nexêrxwazên xwe re bêjîn dijminatîya me nekin; lê em dikarîn pirsê ji xwe û sîyasetên xwe yên netewî bikîn û bêjîn ji bo çî ye em bi berdewamî xeletî li ser xeletîyan dikîn, yekîtîya xwe ya netewî ava nakîn û dersan ji xeletîyên mêjûya xwe nagirîn?

Ji bo me dîyarbû ko quwetên evê cîhanê rêve dibin, di nêva xwe de li ser kerr kerr(Parçe) kirina welatê me li hevkirîbûn û di sedsala bûrî de nedixwestin ew merzên wan danîn bi wê sedsala bûrî de bêne guherin.

Tevlî wê jî miletê kurd di ewê sedsala borî de, hertim nerezîbûna xwe bi kiryar û dozdarîya xwe ya çareserkirina doza xwe ya netewî ve, di miqabilê ewan neheqîyan de li berxwe da û nerazîbûna xwe ya ji rewşê da nîşandan. Miletê kurd û xebatkarên xwe yên netewî ,  bi berxwedanên xwe ve, bi dayina bedelên giran ve nehêliştin  asîmilasîyonatî cihê xwe li Kurdistanê de bigire. Miletê kurd tevlî hemî mercên giran jî karîbû bi xûna şehîdên xwe û bi nanê şikevika destpehtîyên dayîkên kurdan; nehêle xêrnexwazên Kurdistanê bigihîn hedefên xwe yên ji halê rakirina pirsa kurd û Kurdistanê.

Bi teybetî Şoreşa Îlona pîroz bi quweta miletê xwe û bi xurtbûna îradeya pêşkêşîya Serokê şoreşê, karîbû dijminên xwe bînin  li ser kovişkan li miqabilê Serokê şoreşa miletê kurd  bide rûniştandin. Ewê şoreşê ne bi quweta heyîbûna çekan û pere û piştgirîya cîhana ewê demê dijminên xwe mecbûrê mifawazatan kirîbû; ewê şoreşê bi quweta yek dengîya netewî serketin bi dest xwe ve anîbû. Belê di ewê sedsala borî de quwetên ewê cîhanê neamadebûn, ew merzên wan di wê demê de danîn, bêne guhertin. Plana karesata Cezaîrê destpêkir şoreşa miletê kurd bû qurbana mesleheta cîhana ewê demê. Piştî danîna çekên şoreşê ya salekê; miletê kurd careka dî jî bi quweta miletê kurd û nanê şikevika dayîkên kurdan ve şoreşa xwe rakire ser pêyan û hita giheştand evê serdema guhertinên evê cîhana nû ya em di tê de dijîn.

Piştî  sedsala bîstê berbi sedsala bîst û yekê ve diçû,  li seranserê cîhanê, guhertinên nû çêbûn û sîstem û dewletên nû avabûn. Dora guhertinan hate li herêma me û rojhilata nêvê de jî dest pê kirin; derfeteka nû ji bo me miletê kurd jî hate pêş. Bi evê derfetê re, şansa em bikarîn dengê xwe bilind bikin, doza serrastkirina neheqîyên di mêjûyê de li me hatîn  kirin bikîn; lê ema dibînîn bela me ya ji berderîyê mala me derdikeve pêş.

Piştî evan guhertinan, hatina Emerîkî û hevpeymanên  wê ve ya giheştî herêma me, dîyarbû ko dagirkerên welatê me dê nekarin bi tanq û firokên xwe ve hêrişî me bikin. Belê ji wê demê û pê ve pir aşkereye  bi rêya sîyaseteka  şaş û zerarê dide miletê me  û bi destên gencên me, rê ji planên dagirkerên Kurdistanê re têne xweş kirin. Gorayî min; hegî em miletê kurd û bi hemû sîyasîyên xwe ve bi zûga evê plana li ser navê me tê meşandin, lê ne di mesleheta  miletê me de ye nasnekîn; dikare, ev serdema  ko ji bo miletê kurd keysdar e jî ji destên me derbikeve.

Ev rewşa têgiheşta xelet û bi navhildana pirsa kurd û Kurdistanê ya ji bo armancên cida di nêva hêza me kurdan de ya birî têgiheşteka xurt û civata kurd ya di bin bandora têgiheşteka li dijî mesleheta xwe ya netewî de rêve diçe. Ev têgiheşta henê rê ji dagirkeran re xweş dike ko ew destên xwe bi rêya nêvxweyî  re dirêjî nêva xûna gencên kurdan û ji halê rakirina pirsa Kurdistanê bikin. Ew têgiheşta çewa zerarê dide destketîyên miletê kurd yên  bi xûna şehîdan ve hatîn dest xistin, li berçavan dîyar e.

Du dîtinên di nêva civat û sîyaseta miletê kurd de yên derdikevin pêş. Hita milet û sîyasetên kurd û Kurdistanî evan herdu têgiheştan ji hevdu vavêrnekin, dê ti rêyên dilbişkîv ji bo miletê kurd re çênebin. Ev herdu têgiheştên henê jî bi navê çareserîya doza kurd derdikevin meydana xebatê; lê du têgiheştên pir û pir ji hev cida ne. Ji bo wê jî qet û qet ne mimkin e, ev herdu têgiheşt li hevbikin û bi hev re destên xwe bavêjin çareserkirina doza kurd û Kurdistanê.

Têgiheşta ji bo entegrekirina kurd û Kurdistanê re dixebite, bi hemî quweta xwe ve lê digere Kurdistanê ji bîra miletê kurd bibe û miletê kurd entegreyî civata dagirkerên Kurdistanê bike.  Ev têgiheşta bi navê kurdan e, lê bi red kirina nirx û daxwazên  netewî yên  kurd û Kurdistanê siyasetê dimeşîne ku  di bin Serokatîya Evdila Ocalanî ve rêvediçe. Ev têgiheşta li ser navê kurdan e, lê di vê dema ji bo miletê kurd birîye demeka keysdarîyê ,aşkereye ko bi vê têgiheştê dê ev keysdarî ji destê me biçe. Hita miletê kurd û hêza xwe ya sîyasî ve wekî  heyîbûna evê têgihştê navê wê lê neke  her yê wenda dike dê miletê Kurd be. Û gelek carên dî  Kurdistan û  ala Kurdistanê dê bêne şewitandin; mejîyê Kurdistanî  jî  dê bê texrîb kirin.

 

Ev têgiheşta yekem  bi navê ‘’biratîya gelan’’  û bi navê ‘’ cimhûrîyeta demokratîk’’, bi gotinên ‘’dema dewleta netewî nemayîye’’ , heykelê bîr û doza  dewletabûna Kurdistanê lawaz dike, seqet dike.  

Têgiheşta duyem  jî eve ye ko  dused  sal e  ji bo azadkirina kurd û Kurdistanê, ji bo mafê çarenûsîya xwe, bi xûna şehîdên xwe ve li berxwe dide û dibêje an Kurdistan, an jî neman.

Gelo çawe  ev herdu têgiheştên henê dê li hevbikin; ma neaşkereye? Ez di wê bawerîyê de me, hita tevayîya hêzên miletê kurd yên sîyasî bi mêrane li himberî vê  têgihîştinê bi bîr û rayên xwe yên Kurdistanî raneweste,  dê bisernekeve, dê ti carî şer, kuştin û malwêranî  ji nêva civata kurd de kuta nebe; bi talîyê de jî ev keysa mêjûyî ya dest bi miletê kurd ve hatî dê ji halê bête rakirin.

Em divê  bawerîya xwe bi rastîya pirojeya xwe ya sîyasî û quweta civata miletê Kurd û Kurdistanîyan bînin  û destê xwe ji pêşnîyarîyên hevkarîyên netewî sist nekin. Dûmayî roj dê ji bo evê têgiheşta me ya netewî , azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî be. 

Bi teybetî  gazîyeke   min jî ji bo Serokê Kurdistanê birêz  Mesûd Barzanî ye:Cenabê te  ji kerema xwe re bi gorayî îmkanên di destên xwe de,  bi amadekarîyeka rêk û pêk ve, destê xwe sivik bike û evê hêza netewî  bi serhev de bîne û serxwebûna başûrê Kurdistanê ragihîne, hêj  nebirî direngî.  

06.12.2016

 

 

            

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin