Mehmet Emin Kardaş:Sala 2017an bo kurdan saleke reş bû

Mehmet Emin Kardaş:Sala 2017an bo kurdan saleke reş bû

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş bi hilkefta sersalê peyamek şand. Di peyamê de Kardaş got sala 2017an ji netewa kurd re saleke reş bû. Em PDK-T sala nû li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Ji hemû kesî re jiyaneke aram û azad dixwazin.

A+A-

Peyama Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş:

SERSALA 2017AN JI NETEWA KURD RE SALEKE REŞ BÛ

Başûrê Kurdistanê  eva 20 sal e ku weke dewlet di karûbarê xwe de azad e. Her partiyek hêzên  pêşmerge yên xwe heye, li Silêmaniyê idareyek ku xwe nasipêre Hikûmeta Herêmê bi serê xwe kar dike, û bi serê xwe hikimran e. Parlemeto di rûye partiya Goran de hat rawestandin. Hikûmeta Heremê bi derewan hikûmeta nawendî her timî têt xapandin. Xuya ye ku Hikûmeta Herêmê di diplomasiya dinyayê de bi ser neket. Ev hemû rexne ne li ser Hikûmeta Herêmê. 16 Oktobrê 2017an de beşekê ji YNKê ku  ligel Abadî, Îran û Haşdî Şabî li netewa Kurd xiyanet kir. Berê çekên xwe zîvirandin ser hêza Pêşmerge bi vê xiyanetê Kerkuk û gelek destkeftiyên hebûn ji dest çûn. Aboriya heremê têk birin. Bi destwerdana Îran û Iraqê li bajarê Silêmanî, Ranya Çemçemal û derên din gel kete nava xwpêşandana qaşo ji ber nedayina meaşan hal bikî yên ku meaş nade hikûmeta merkezî bû. Gereke di pêşberî Ebadî de ev xwepêşandan li dar biketana.

 

Gelê kurd li hemû parçayan kete nava bêaramiyê, maneviyata gel hat şikenandin. Rewşa netewa kurd li parçeyên din jî ne kêmî a başûr e. Di dema îroyîn de jî ev nexweşî di nava me kurdan de berdewam e. Li Rojavayê Kurdistanê jî dîsa bi destê kurdan herêm koçber bû, siyasetvanên  kurdan hatin kuştin, hatin dîlkirin û koçberkirin. Ala kurd hat dirandin û sotandin, ciwanên kurd ji bo berjevendiyên hineka din ketin nav şer û xwe didine kuştin.


Li Bakûr mixabin di nav partî û rêxistinan de ji hevûdu hezkirin dûr e, her yek li gor berjewendiyên xwe kar dikê. PKK-HDP ji bilî xwe tu kesî din naecibînê, dewletbûyînê ji netewa kurd re bêwate dibînê. Netewetiya kurd kevneperestî dinirxîne, Ala ku bi sedsalan e ji kurdan re pîroz e, wê naparêzin, dişewitinin. Ew hevbendîtiya çepê tirkan diparêzê û kemalizmê li ser netewa kurd ferz dike.

 

Partiyên din, jixwe li dinyayeke din li defê dixin. Kes bi kesî re danûstandinan nake, ku car caran hevkariyekî çêdikin jî temenê wê herî dirêj du sal in. Hikûmeta AKPê Saddam  mînak girt “devrim miuhafızları” ava dike. Sibê kî, kê dikujê, jibona çi dikuje, destê kî di qirika kê de ye, dê ne diyar be. Di derhaqê partiyên bi navê Kurdistanê de bona asêkirinê doz vedibin. Bi kurtasî sala 2017an saleke bêqidoş, reş û bi her awayî karesat bû. Em kurd pêwîst e ji dagirkeran bawer nekin û bes werin xapandin. 

 

Di dîrokê de ev mînak gelek hene ku kurd “aşiqê dagirkerên xwe ne” 500 sal berê Şah Smaîl ji  sefera Bexdayê vedigere, dixwaze êrîş bibe ser Kurdistanê da ku mîrîtiya kurdan ji holê rake. 12 mîrên kurdan ji bona mîrîtiya wan neyerûxandin, bi hev re karê xwe dikin bona xwe bavêjin bextê Şah Smail, diçin serbajara İranê ya wê demê ku Tebrîz e, xwe davêjin bextê Şah Îsmaîl ku xweseriya heremên wan ji wan neye standin. Lê Şah her 12 mîran dîl digire, davêje hepsê. Biraziyê Mîr Bedirxan Paşa, Yezden Şêr  ew jî  bêbextî li mamê xwe dike. Dawî ya Yezdan Şêr jî diyar e ku ji bal dagirkeran ve têt kuştin. Biraziyê Seyîd Riza Rêber, merivê Şêx Seîdê Kal, Qasim di derhaqê wî de casûsî kir. Van hemiyan xiyanet bi netewa xwe re kirin. Em naxwazin van mînakan zêde bikin. Meramê min eva bû ku dixwazim bêjim bila were bîra me da em bi  hişê xwe werin, xwe rast bikin. Ti sedem nîne ku em kurd hevdû  napejirînin, her dijmintiya hev bikin, hertim ligel dagirkerên xwe cih bistînin û li pêşberî hev şer bikin. Em bizanibin dijmin pir xedar e, divê em li xwe xwedî derkevin, yekrêzî û hevkariya xwe pêk bînin.

 

Qet nebe em partî û rêxistinên netewî dikarin  ji bona hilbijartinên heremî bloka hilbijartinan çêbikin, li gel hev mil bi mil û dil bi dil  xebateke bêhempa bikin da gelê me bê alternatif nemîne. Ger em viya nekin di pêşerojê de em hemû dê poşman bibin, hingî gel di derhaqê me de dê gelek kindar bibe, ew wê me afû nekin. Em vêya bizanibin.

 

Di gotara xwe de min ani ser ziman ku sala 2017an saleke reş,,ji kurdan re salake bêsiûd bû û saleke reş bû. Ew ji xiyanetê dagirtî bû, ji sala 2018an ji zêde hêvîdar nînim. Lê xeberek heye dibeje “ew kesê bê hêvî bibe kevirek ji ezman heye dê biser serê wî de bikeve”. Naxwe em ê hêviyên xwe biparêzin. Dubare dikim çi dibe bila bibe divê ku em partiyên Bakûrî  bi dileki paqij, welatperwer û bi dilsozî hewl bidin di hemû kar û hewildan û xebatên xwe ji bona berjewendiyên Kurdistanê bikar bînin.

 

Em dıa dikin ev 3-4 roj in ku li Îranê xwepêşandan li dijî rejîmê tête kirin bi ser bikeve. Em PDK-T  sala nû (2018) li gelê Kurdistanê re piroz dikin. Ji hemû kesî re jiyaneke aram û azad dixwazin.   01.01.2018
             

                                                                                                Mehmet Emin KARDAŞ 
                                                                                             SEROKÊ GIŞTÎ YÊ PDK-T

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin