Mehmet Emin Kardaş: Çima Em dengê xwe nadin?

Mehmet Emin Kardaş: Çima Em dengê xwe nadin?

Serokê Gişti yê Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş li ser sedemên boykotkirina hilbijartinan a partiya xwe belavokek weşand:

A+A-

-Ji ber ku partiyeke bi navê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabê.

-Ji ber ku dewlet netewa kurd tune dihesibênê û mafê miletê kurd nas nake.

-Ji ber ku pêşniyarên kurdan di parlamentoyê de derbas nabin.

-Ji ber ku ew sonda parlamenterî li meclîsê dixwin şoven e û li dijî hemû eqaliyetan e.

-Ji ber ku parlamenterên ji Kurdistanê têne hilbijartin bi navê parlamenterên Kurdistanê nayên binavkirin.

-Ji ber ku herêma Kurdistanê bi hevoka "Doğu ve Güneydoğu Anadolu" tê binavkirin.

-Ji ber ku hemû hêjayiyên miletê kurd û Kurdistane tine dihesibînin.

-Ji ber ku ev dewlet, kuştinê, talankirinê, koçberî, zîndanê û bêrûmetiyê ji miletê kurd re layiq dibînê.

-Ji ber ku di nava van partiyan de yekî bibêje ez dostê kurdan im nîne

-Ji ber ku dema makezagon dê çêbibin, bîrûraya kurdan neyên girtin û pêşniyarên wan napirsin.

-Ji ber ku di mesela kurd û Kurdistanê de ti ferq di nav van partiyan û endamê Serokomariyan de nîne.

-Ji ber ku miletê kurd li ser xaka bavûkalên xwe koçber e, biyani tê dîtin..

-Ji ber ku ev dewlet bi zanebûn astengan li ber rêxistin û bipêşketina partiyên kurdan derdixe.

Em dirêj nekin ev tev ji bona em deng nedin van partiyan sedem in û têrê dike. Tenê divabê em xwe birêxistinî bikin ji bona di hilbijartinên herêma xwe de bibin îqtidar. Ji niha ve, em hêvî û tika dikin, ku miletê me wê rojê li xwe xwedî derbikeve. Ji ber van hemû sedeman Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDK-T) biryar da ku em deng nadin tu partiyan û serokomaran.

-Ev biryar û helwest dê hetanî ku dewlet pêdivî bi pêşniyarên kurdan bibînê, bona çareseriya pirsgirêkan ligel partî û saziyên kurdan rûnê.

EM DENGÊ XWE BIKAR NAYÎNIN.

14.6.2018

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin KARDAŞ 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin