Medya Rûsya Dide Zanîn ku Trump û Lavrov jî Dê Bicivin

Medya Rûsya Dide Zanîn ku Trump û Lavrov jî Dê Bicivin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Sêşemê serdana Washingtonê dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Rûsya bo serdana Lavrov daxuyanîyek belav kir lê ser hevdîtina Lavrov û ya Serok Donald Trump ya gumankirî ti agahî neda.

Ajansa Interfax ya Rûs ji zarê karbidestekî Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Lavrov û Trump dê bicivin.

‘’Em li bendê ne ku Trump hevdîtina bi Lavrov re qebûl bike û li ber e ku Pompeo û Lavrov jî hin danûstandinan bikin.’’

Qesira Sipî hevdîtina gumankirî ya Trump û Lavrov piştrast nekir, lê wê ew îdia red jî nekir.

Lavrov herî dawî di Gulana 2017’an de serdana Washingtonê kiribû û wê demê bi Trump re kom bûbû.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin