Medya Amerîkî: Mike Pence Ket Karantînayê

Medya Amerîkî: Mike Pence Ket Karantînayê

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jiber ku testa vîrusa korona ya şêwirmenda wî Katie Miller erênî derket, ket karantînayê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Medya Amerîkî dide zanîn ku Pence roja Yekşemê beşdarî civîna Serok Donald Trump û payabilindên artêşê nebûye.

Pence roja Yekşemê testa vîrusa korona kir, lê tevî ku ew test neyênî derket jî wî xwe xist karantînayê.

Wî rêvebirîya tîma bo têkoşîna dijî vîrusa korona dikir.

Hefteya borî yek ji leşkerên artêşê yên li Qesira Sipî jî bi vîrûsa korona ketibû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,330,000 kes bi vîrusa korona ketine 79,495 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin