Meclîsê, li Osman Baydemîrê 'Kurdistan'î ceza birî

Meclîsê, li Osman Baydemîrê 'Kurdistan'î ceza birî

Ji ber ku îro, li Meclîsê Osman Baydemîr peyva 'Kurdistan'ê bi kar anî, lê ceza hate birîn. Ev ceza, yekemîn ceza ya Meclîsê ye, ku bi vî rengî tê birîn. Baydemîrî got hûn dikarin tiştê ku we li Tahîr Elçî kir, li min jî bikin, lê hûn nikarin rastiyê bigu

A+A-

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr ji ber peyva "Kurdistan" bi kar anî rastî cezayê hat. Di dîroka meclîsê de yekem car, li gotina "Kurdistan" ceza hat birîn.

Baydemir, li ser vî cezayî bersiva biryara meclîsê da û got: "Heman tiştê we li Tahîr Elçî kir, hûn dikarin li min jî bikin. Lê hûn nikarin rastiya "Kurdistan"ê tune bikin. 

Îro, piştî ku Baydemîr peyva "Kurdistan"ê anî zimên, Wekîla Serokê Meclîsê Ayşenûr Bahçekapili, bi hinceta ku wî xala 163'yan a rêziknameya navxweyî ya meclîsê îhlal kiriye, cezayê ku Baydemîr tevlî 2 rûniştinên meclîsê nebe dayê.  
 
Baydemir: Rapora Erdoğanî bixwînin, hûnê li wir Kurdistanê bibînin!
 
Baydemîr, anî zimên ku wî di temenê xwe ye borî de, her dem li dijî zilmê, li cem mazluman cih girtiye û dê ji niha û bi şûn de jî, li cem mazluman cih bigire û wiha domand: "Ger ku em rastiyan gotûbêj nekin tu pirsgirêk çareser nabin. Beriya niha bi sedan salan, ji ber ku gotin cîhan grover e, mirov hatin darizandin û kuştin. Mirov ji Kurdistanê re bêje Kurdistan, ne suc e. Rapora Rêberê xwe, Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a di 1991ê de bixwînin. Erdoganê ku hûn wî wekî lider dibînin, di rapora wî de, peyva Kurdistan tê çi wateyê, lê binerin, hûn dê bibînin û tê bighên. Ev Parlamento ji ber şerê van du salên dawîn şaş bûye. 
 
'Ez Kurdistanî me'
 
Baydemîr, anî zimên ku ew yekîtiya axa Tirkiyê diparêze û wiha got: "Kurdistan jî perçeyekî vê yekpareyê ye. Ji bo ew perçe heta dawiyê ji yekpareya Tirkiyeyê cuda nebe pêdivî bi edalet û wekheviyê heye. Divê em hev fam bikin. Ez Kurdistanî me. Min înkar nekir û înkar nakim. Bila xwedê înkarê neke para min. Ger ku bi înkara dirokê pirsgirêk çareser bûbûna niha di 40 salan de pirsgirêk çareser bûbûna. Bi înkar û qedexeyan pirsgirêk çareser nabin. Dibe ku hêza we ya leşkerî û hêza din hebe. Hûn dikarin tiştê we li Tahîr Elçî kir, li min jî bikin. Hûn bi vî rengî nikarin rastiyê tune bikin. Gotina "Kurdistan" tune nabe.
 
Piştî axaftina Baydemir, li gorî xala 163yê ya navxweyî ya meclîsê, ji bo 2 rûniştinan ceza li Baydemîr birîn. Piştî biryarê  Bahçekapili, bang li Baydemirî kir û got: "Ji kerema xwe re, ji Lijneya Giştî derkevin." 
 
(ma)
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin