Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê raportek belav kir

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê raportek belav kir

Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de hate ragihandin ku, li Tirkiyeyê, di hilbijartina Hezîranê de partiya desthilat hem di dema kampanyayê de hem jî di dema hilbijartinê de derfetên dewletê bi xirabî bi kar anîne.

A+A-

Di Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de hate ragihandin ku, li Tirkiyeyê, di hilbijartina Hezîranê de aliyên siyasî xwediyê şansa kampanyaya wekhev nebûn û herwiha partiya desthilat hem di dema kampanyayê de hem jî di dema hilbijartinê de derfetên dewletê bi xirabî bi kar anîne.

Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, piştî nîqaşên bi saetek û nîvî, raporta ku ji aliyê Parlamena Ukraynî Olena Sotnyk ve hatibû nivîsîn, erê kir. 

Di nîqaşên li ser vê yekê de, piraniya aliyên siyasî anîn zimên ku li aliyekî bo beşdarbûna zê de ya li hilbijartinan kêfxweşiyên xwe nîşan dan lê li aliyekî jî rexneyên tûj girtin çima ku di bangeşeyên hilbijartinan de opozîsyonê nedikarî bi têrê dengê xwe bide der û derfetên dewletê ji bo partiya desthilat, bi xirabî hatine bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin