Meclîsa PAKê: ‘’Em bangî cîhanê dikin; êdî hawara azadîyê ya milletê kurd bibihîzin’’

Meclîsa PAKê: ‘’Em bangî cîhanê dikin; êdî hawara azadîyê ya milletê kurd bibihîzin’’

Meclîsa PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 17-18ê îlona 2016an de civîna xwe ya 8emîn Li Amedê lidarxist.

A+A-

 

Meclîsa PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 17-18ê îlona 2016an de civîna xwe ya 8emîn Li Amedê lidarxist.

Civîn, bi serperiştîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk pêkhat.

Piştî  deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo  şehîdên Kurdistanê,  Mustafa Ozçelîk  bi wê  rojeva ku ji alîyê meclîsê ve hatibû qebûlkirin dest bi civînê kir.

Mustafa Ozçelîk di derbarê xebat û çalakîyên sê mehên bihurî û  peywendîyên navnetewî yên PAKê de Meclîs agahdar kir. Herweha nirxandineke giştî ya sîyasî di derbarê rewşa Kurdistanê, herêmê û cîhanê de pêşkêş kir.

Mustafa Ozçelîk, destnîşan kir ku li gel hemû zehmetîyên li bakurê Kurdistanê rûdidin jî, êdî PAK bûye partîyeke esasî ya di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de. Herweha Mustafa Ozçelîk got bêyî teredut, bi biryardarî û bi hestên Kurdistanî hemû rêveber û endam  û aligirên PAKê,  ala azadîyê dê di her şerd û mercan de ji dest nexin û dê bilind bikin.

Mustafa Ozçelîk di derbarê xebatên jibo lidarxistina Kongreya Yekemîn ya Asayî ya PAKê jî meclîs agahdar kir. PAK hem wekî partîyeke meşrû, hem jî ya yasayî dê xebatên xwe geştir bike û li destkeftinên xwe xwedî derkeve.

Mustafa Ozçelîk bi taybetî bal kişand girîngîya xebateke çalak ya di nav gel de û got, ‘’Divê karê me yê esasî pêşdebirina xebata girseyî be. Em li gorî hêz û karîn û îmkanên xwe, divê roj bi roj partîya xwe  çalaktir bikin û  ji bo hemû rengên civatê di nav partîya me de wekî xwedîyê dozê cîh bigirin, divê bi şev û roj, bê westan em bixebitin. Divê bi himbêz kirina gênc û jin û hemû pêkhateyên civatê, bi ya hemû etnîsîte, dîn û olên ku li Kurdistanê heyîn,  PAK bibe partîyeke girseyî , dînamîk ku  li hemû nirx û keda Kurdistanî xwedî derdikeve. Partîyeke  girseyî, çalak , nûjen û hevdem ku xwe berdewamîya têkoşîn û nêrxên gelê xwe bibîne dê bibe hêvî û rêyeke nû jibo gelê me, jibo pêşeroja me’’.

Meclîsa   PAKê, bi dirêjahîya du rojan û bi gengeşîyeke bi sewîye û hûrgulî rojeva Kurdistanê nirxand.

 Meclîsa  PAKê, li ser rewş û pêvajoya heyî  van tespîtên li xwarê  kir:

  • Li Bakurê Kurdistanê êdî baştir aşkere dibe ku plana Dewleta Tirk ya şikandina bingeha xebata sivîl, sîyasî û demokratîk û ji holê rakirina destkeftinên gelê me planeke stratejîk e. Piştî  rêlibergiritina hewla darbeye leşkerî ya 15ê Temmûzê; Dewleta Tirk bi ‘’mitabakata netewî’’ stratejîya ku esasê wê  li her alîyê cîhanê dijayetîya miletê Kurd e, dijwartir kirîye. PKKê jî eve saleke bi sîyaseta xendek, barîkat û şerê nav bajaran  rê ji siyaseta Dewleta Tirk ya têkdan û wêran kirinê re xweş kirîye.

 

  • PKK eve demeke di nav bajaran de bi teqîn û êrîşên bombeyî rengê şerê çekdarî guhertîye. Lê teqîna ku  ji alîyê PKK-HPGê di roja 12ê îlona 2016an de li nav bajarê Wanê hatibû  lidarxistin jî careke din aşkere kir ku ev teqînan  herî zêde zerarê dide gelê me yê sivîl. Herweha avahîya Teşkîlata PAKê ya Wanê jî ji vê teqînê zerareke mezin dît. Ev jî nîşan dide ku hemû partî û  dezgehên kurdan  jî dikare bibin qurbanîyên van teqînan. Divê PKK  bizanibe ku şerê çekdarî îro li bakurê Kurdistanê zerarê dide doza azadîyê û jiber vê yekê jî zûtirîn wext divê dest ji van êrîş û teqînan berde,şer rawestîne.

 

  • -Divê Dewleta Tirk ji tecrubeyên xwe jî  bizanibe û bibîne ku sîyaseta şer û şidetê sîyaseteke berhewa ye û  dê bi vê siyasetê nikaribe rê li ber têkoşîna azadîya Kurdistanê bigire. Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem van êrîşên xwe rawestîne û bi rêyên dîyalogê, çareserîyeke sîyasî destpêbike.

 

  • Dagirkirina Cerablûsê ya Dewleta Tirk jî beşeke ji siyaseta tune kirina destkeftîyên Kurdan yên li her çar alîyê cîhanê ye. Û ev sîyaset bi armanca rêlibergirtina mafê bistatubûyîna milletê Kurd tê meşandin.Dewleta tirk divê ji cerablûsê vekişe.

 

  • Êrîşên li dijî Kurdên ku li Tirkîyê dijîn jî berdewam e. Aşkere ye ku van êrîşan bi destê hêzên papamîlîter têne kirin. Herî dawî  Kurdên li bajarê Sînopê dijîn tûşî êrîşeke nîjadperestî bûn.Em van êrîşan şermezar dikin . Divê Dewleta Tirk bizanibe ku heger rê li ber van êrîşên xeter negire, dê temama berpirsiyarî di hustuyê wê de be.

 

  • Jibo rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, jibo demokrasî, azadî û edalet bi berfirehî bicîh bibe, divê zûtirîn wext şer bê rawestindan û bi qebûl kirina rastîya Kurd û Kurdistanê, divê hemû partîyên Kurdan wek mixatab bi Dewleta Tirk re, di çavdêrîya garantorên navnetewî rûnin.

 

  • Dewleta Tirk nêzî 12000 mamoste ji kar dûr xist û jibo 28  şaredarîyan kayyum tayîn kir. Ev herdu biryar jî binpê kirina îradeya gelê Kurdistanê ne, ji holê rakirina mafê jiyanê yên bi hezaran malbatan e. Ev herdu birayarên ku bêhiqûqîyê îfade dikin û Dewleta Tirk dixwaze bi rêyê çavê gelê me bitirsîne , wan bêzar bike. Herweha  biryarên bi vî rengî mixabin rêya şîdet û tûnd û tûjîyê xurttir dike.Divê Dewleta Tirk herdu biryaran jî paşve bikişîne.

 

  • Meclîsa PAKê bangî gelê Tirk jî dike ku, bi hest û helwest û kiryarên şowenî tu pirs û pirsgirêk çareser nebûne û dê nebin jî.  Bi milyonan gelê Tirk jî  zerarê ji vî şerî û ji siyaseta înkar û îmhaya Kurdan dibîne. Heta miletê Kurd bindest be;  miletê Tirk jî dê rehetîyê nebîne. Hemû potansîyela gelê Tirk ya ku ji dil azadîxwaz, demokrat û parêzvanên edaletê ne, divê li himberî siyaseta dewletê ya dijayetîya miletê Kurd rawestin û   ji bo azadîyê, edaletê û demokrasîyê û ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê li gel gelê Kurdistanê helwest û xebatên hevbeş bihûnin.

 

  • Meclîsa partîya me sîyaseta xwe ya  di nav refên partîyekê de yek kirina  potansîyela azadîxwaz û demokrat a Kurdistanî, careke din teyîd kir. Di vê derabê ew xebatênên ku heyî, ji  alîyê Meclîsa PAKê ve careke din hatin pejirandin. Jibo partîyeke berfireh PAK amadeye hemû gavên pêwîst  bavêje. Şer berdewam e û rastîya  bakurê Kurdistanê êdî wekî zarûrîyeteke esasî vê yekgirtinê datîne pêşîya hemû kes û alîyên peywendîdîdar. Divê hemû kes û potansîyela azadîxwaz û demokrat , xwe ji teng fikrandin û helwestên şexsî, grûbî, tradîsyonî û yên wekî wê rizgar bikin û  di nav partîyeke xurt de bibin yek. Ev herweha berpirsyarîyeke dîrokî ye jî. Jiber vê yekê Meclîsa PAKê cerake din bal kişand ser pêwîstîya yek kirina  wê potansîyela  azadîxwaz, demokrat ya Kurdistanî.

 

  • Ji alîyekî ve pêwîstî bi yêk kirina yên wek hevdu hene, lê jiber ku ne rast e û ne mimkune ku em hemû Kurdan di nav yek partîyê de bikin yek; partî û grûbên bername û siyasetên wan cudan e, divê rêyên hevkarî û tifaqan geştir bikin. Eşkere ye ku li Bakûrê Kurdistanê li bingeheke netewî û  Kurdistanî  de hevkarîyeke neteweyî pêwîst e. Giringe ku hemu alîyên kurd, li gel hemû ferqîyetên xwe jî, di nav danûstandinan û dîyalogan de bin, di pêngavên biçûk de be jî divê rêya dîyalogan li hevdu negirin. Lê,  hevkarî û tifaq divê  li ser esasê  prensîb û nirxên netewî, Kurdistanî  bin. Jibo  hevkarî û  tifaqeke mayinde û bi bername, di gelek warên bingehîn de divê her alî xwe zelal bikin. Pêk nehatina hevkarî û tifaqeke berfireh, birîn û travmayeke esasî ya bakurê Kurdistanê ye.

 

  • Li başûrê Kurdistanê li gel serkevtin û destkeftinên şerê li dijî DAIŞê, mixabin kriza aborî û sîyasî tesîreke xerab li jiyan û pêşeroja gelê me dike. Hikûmeta Bexdayê dixwaze bi krîza aborî gelê me êsîr bistîne, destkeftinên heyî jî ji holê rabike.Rewşa başûrê Kurdistanê bi her awayî  tesîreke mezin li her sê perçeyên din yê Kurdistanê jî dike. Aşkere ye ku hemû dewletên ku azadîya gelê Kurdistanê binpê kirine, Kurdistan di bin desthilatdarîya xwe de fetisandine; bi gelek plan û stratejîyên nehênî û yên vekirî dixwazin rê li ber serxwebûna başûrê Kurdistanê bigirin. Jiber vê yekê jî, em bangî hemû partîyên sîyasî û alîyên peywendîdar yên başûrê Kurdistanê dikin, yekgirtina we, hemahengî û yekhelwestîya we ya li himberî Hikumeta Bexdayê û ya di meşa serxwebûnê de êdî wekî berpirsîyarîyeke dîrokî li ser milên we ye. Êdî bes e. Çawa ku heta îro li gel hemû pirs û pirsgirêkan , bi tifakeke netewî ev Dewleta Federe we ava kirîye; divê hûn bi eynî ruh û helwestê Dewleta Serbixwe ya başûrê Kurdistanê jî ava bikin. Jiber vê yekê, meclîsa Partîya me nirxeke mezin dide helwesta Serokê Herêma  Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya di derbarê  serxwebûnê de.  Serxwebûn êdî ne bes rêyekî çareserîya sîyasî ye, di eslê xwe de, îro bûye pêwîstiyeke jiyanê ya jibo çareserkirina pirsgirêkên gelê me  jî. Divê hemû Kurdên cîhanê piştgirîya meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin.

 

  • Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê bi helwesteke xelet, rê li ber azadîya ramanî, rêxistinî û xebata siyasetî digire. Siyasetmedarên Kurd hefs dike. Ev cîhê mixabinîyê  û dilgiranîyê ye. Ev sîyaseta rê ji îdareyeke yek rengî re vedike. PYD û TEVDEM divê zûtirîn wext dest ji vê sîyaseta ez ezîtîyê  berde û jibo îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî  gavên pêwîst bavêje. Jibo gelê me vê firsenda dîrokî ji dest bernede û bikaribe li ser axa xwe bi statuyeke sîyasî xwe bi xwe îdare bike,  meclîsa partîya me  careke din bangî hemû  partîyên Kurdan yên Rojavayê Kurdistanê dike ku tifaqa xwe  bihûnin û şerdên protokolên Hewlêrê û Dihokê pêk bînin.

 

  • Meclîsa Partîya me, bal kişand ser têkilîyên Îranê yên navnetewî yên nû û li himber vêya pêwistî bi têkoşîneke bi hêz, bi yekîtîya hêzên netewî yên demokrat heye.Bi vê tifaqê di têkoşîna azadîya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê de dikare rûpeleke nû vebe. Em bi hestên Kurdistanî piştgirîya birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Têkoşîna we  têkoşîna me ye.

 

  • Keça Kurd a Êzidî Nadya Mûrad bû Balyoza Nîyetpak a Netewên Yekbûyî(NY). Ev, rûmet û  serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye. Em Nadya Mûrad pîroz dikin. Em bangî NY, Yekitîya Ewrûpa û hemû dewlet û dezgegehên siyasî û sivîl yên cîhanê dikin ku jibo ev  bêhiqûqî û  neheqîya bi sedan sal e miletê Kurd tûşî bûyê ji holê rabe, gavên pêwîst bavêjin. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî piştgirîya azadîya miletê Kurd û Kurdistanê êdî wekî erqeke mirovahîyê  jî li ser milên dewlet û gelên cîhanê ye.

Em bi rêz ji raya giştî radigihînin 20.09.2016

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pak_meclis_3.jpgpak_meclis_2.jpgpak_meclis_1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin