Meclisa PAKê civîna xwe ya 13emin li Amedê li dar xist

Meclisa PAKê civîna xwe ya 13emin li Amedê li dar xist

Meclisa PAKê civîna xwe ya 13emin di rojên 17 û 18yê meha sibatê ya 2018an de li dar xist. Civîn li Amedê li dar ket û bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

A+A-

Civîn li gorî wê rojeva ku hatibû qebûlkirin pêk hat. Piştî axaftina Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik ya di derbarê rewşa giştî de, raporên xebatê hatin xwendin û nirxandin. Biryarên di civîna pêştir de hatibûn wergirtin hatin xwendin û mustewaya bicîhanina biryaran, kêmayî û astengiyen heyî û rêyên çareseriyê bi berfirehî hatin nirxandin.

meclÎs2.jpg

 

Di civîna 13emîn a Meclîsa PAKê de, rewşa Kurdistanê û Tirkiyeyê û siyaseta PAKê ya di derbarê her sê hilbijartinên ku di 2019an de dê li dar bikevin hatin nirxandin.

 

Meclisa PAKê bal kişand ser siyaseta dewletên li herêmê ya li dijî kurdan û herwiha çavlêgirtina dewletên cîhanê . Dewletên serdest yên bi pirsa Kurdistanê rû bir û ne, bi hevkarî, îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ya di referandûma serxwebûnê de tune hesibandin û Kerkûk dan dagirkirin. Niha jî van dewletan bi hevkarî, rê li êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser Efrînê vekirine.Wan dewletên cîhanê yên ku çavên xwe ji dagirkirina Kerkûkê re girtibûn, niha jî çavên xwe ji êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser Efrinê digirin. Meclîsa PAKê ji ber ve xemsariya dewletên cîhanê ya li hember doza netewî ya miletê kurd , careke din balê dikişîne girîngiya xebat û dîplomasiyeke xurt ya navnetewî.

meclÎs3.jpg

 

Meclîsa PAKê careke din jî bangî dewleta Tirkiyeyê dike da ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê rawestîne û dest ji vê siyaseta xwe ya dijayetiya kurdan berde.

 

Rûdanên vê dawiyê yên li her çar perçeyên Kurdistane careke din jî îspat dike ku, ji bo bidestxistina mafên netewî yê miletê kurd gava yekemîn hevkarî û tifaqa navxweyî ye.

 

Meclîsa PAKê dibêje, ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn gava yekemîn , qebûlkirin û bicîhanîna mafên meşrû û netewî yên miletê kurd e.

Dewleta Tirkiyeyê niha azadiya ramanî û ya xebata birêxistinî hema hema li holê nehiştiye.

 

Dewleta Tirkiyeyê, Rewşa Awarte weke hincet nîşan dide û her roj bi dehan rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetvanan desteser dike, digire û cezayên hepskirinê dide wan.

Di encama vê siyasetê de endamê Meclîsa PAKê hevalê me Mehmet Ermîş jî li Îzmîr a bajarê Tirkiyeyê eve neh roj e hatiye desteserkirin. Em desteserkirina hevalê xwe Mehmet Ermîş şermezar dikin û bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku demildest hevalê me û hemû girtiyên siyasî serbest berde.

 

Meclîsa PAKê siyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 2019an de nirxand û bal kişand ser girîngîya Bloka Kurdî ya Hilbijartinan.

Meclîsa PAKê got divê kurd xwe weke aliyekî bibînin û ji bo wê jî pêwîstî bi tifaqeke netewî ji bo hilbijartinê heye.

Herweha Meclîsa PAKê ji bo pêkanîna Bloka Kurdî ya Hilbijartinan a li ser esasê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk ên gelê kurd û Kurdistanê, dê xebat û danûsitandinên xwe bimeşîne.

 

Civîna Meclîsa PAKê bi mustewaya xwe, bi gengeşî û biryarên xwe yên ji bo xebateke bi rêk û pêktir, bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

22.02.2018

 

Meclîsa PAKê(Partîya Azadİya Kurdistanê)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin