Meclîsa PAK-Ewrûpayê li Kopenhagê civîya

Meclîsa PAK-Ewrûpayê li Kopenhagê civîya

Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpa civîna xwe ya asayî ya 6. li Kopenhagê pêk anî. Rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê û organîzkirina piştgirîya wê mijara sereke ya civînê bû.

A+A-

Civîna Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpa bi beşdarîya nûner û çend mêvanên xwe yên vexwendî li paytexta Damîmarkayê, li Kopengagê civîya. Li derveyê karên rûtînî, civîn bi giranî li ser şer û îşgala Tirkîyê ya li ser Başûrê Rojavayê Kurdistanê rawestîya. Ji bo piştgirîyeke xurt li Ewrûpa, civînê li ser awa û îmkan û metodên piştgirîyeke xurt pêşnîyar û dîtin munaqeşe kirin.

Mijara duyem ya civînê pêkanîna rayagiştî ya Ewrûpayê di derbarê dozvekirina Tirkîyê ji bo girtina partîyên ku di navê wan de bêjeya Kurdistanê heye, bû. Di vî warî de hevkarîya ku bi PSKê re li Ewrûpayê tê meşandin û karên ku di dema pêş de were kirin, hat nirxandin.

Civîn bi hûrgilî li ser li Ewrûpayê xwe ji nû ve birêxistinkirin û xurtkirina aborîya PAKê jî rawestîya.

civina-mec-ew-5.jpg

Şeva li dû civînê, mahzûbanên civînê PAK-Danîmarka, resepsîyonek amade kir. Nûnerên partîyên her çar parçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, dost û piştgirên PAKê firsendeke hevnasîn û sohbetê dîtin.

civina-mec-ew-4.jpg

Roja yekşemê gelek endamên Meclîsa Ewrûpayê tevî xwepêşandana protestokirina kurdên Kopenhagê bûn. Xwepêşandan ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê û Hevkarîya Hêzên Kurdistanî li Danîmarkayê hatibû organîzekirin.

 

civina-mec-ew-3.jpg

civina-mec-ew-2.jpg

Serokê PAKê birêz Mustafa Özçelîk ji bo civîna Meclîsa Ewrûpayê peyamek şand. Mustafa Özçelîk di peyamê de li ser girîngîya kar û barên PAK-Ewrûpayê radiweste û ji bo kar û xebatên PAK- Ewrûpayê, endamên Meclîsê pîroz dike. Hin beş ji peyama serokê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik:

”Belê, PAK di van pênc  salên xwe yên derbasbûyî de, bêyî teredut xwe îspat kirîye ku, li Bakurê Kurdistanê, di rêbaza azadîxwaz, demokrat, neteweyî, Kurdistanî de navendeke esasî û sereke ye. Ev jî berhem û encama xebat û ked û hemahengîya me gişa ye. Divê em vê navendê li ser pîya bihêlin, xurt bikin, weke partîyteke girseyî jî em bikin partîya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê…. Ez bawer dikim ku Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewrûpayê, bi nirxandin û pêşnîyarî û biryarên xwe dê PAKê geştir bike, pêşdetir bibe….. Ez careke din li ser navê hemû endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê û li ser navê hemû endamên PAKê yên li nava welêt serkeftinê ji we re dixwazim”.

civina-mec-ew7.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin