Meclîsa PAK-Ewropa civiya, serokek nû hilbijart

Meclîsa PAK-Ewropa civiya, serokek nû hilbijart

.

A+A-

 

RÛPELA NÛ/Meclîsa PAKê ya Ewropa piştî kongreya xwe ya duyem civîna xwe ya yekem pêk anî. Di civînê de Seval Mert wek seroka PAK-Ewropayê hate hilbijartin. Herweha Komîteya Rêvebir û komîsyonên kar hatin hilbijartin.

Di civînê de bi berfirehî li ser kar û xebatên birêxistinkirina li diaspora û xebatên lobîyê hate rawestandin . Endamên Meclîsê di axaftinên xwe de diyarkirin ku di vê peryoda coronayê de ku karên rû bi rû  di nav girseya Kurdistanîyan de zehmet e, em giraniya xebata xwe bidin kar û barên înformatîf yên dîplomasîyê û li ser platformên dîgîtal. Di vî warî de gava yekem em hejmara daxuyanîyên bi zimanê Ewropî zêde bikin. Em Kurdên ku yekser di nav dezgehên îdarî, siyasî, medyatîk yên welatên Ewropa de kar dikin, tesbît bikin û bi wan re diyalog deynin. Li her welatî bi partî, dezgeh û kesayetiyên ku bi pirsên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn mijûl dibin re, têkiliyên germ û peryodîk bê dayîn. Ji bo van kar û baran komîsyonek taybet hate hilbijartin.

Komîsyonek din jî ji bo şopandina çapemeniya li Ewropa yên ku li ser Kurd û Kurdistanê nivîs, analîz û nûçeyan diweşînin, hate avakirin. Li Ewropayê bi zimanên Ewropî, bi zimanê kurdî û bi zimanê Tirkî gelek weşanên dijîtal tê kirin. Di van weşanan de car carna nivîs û nûçeyên balkêş, car carna înformasyonên çê û yek carna jî dezînformasyon ku Kurd û Kurdistanê û doza wî ya rewa reş û ne di rê de nîşanbidin, cîh digrin. Meclîsa Ewropa ya PAKê şopandina medyaya li Ewropayê ya ku li ser Kurd û Kurdistanê girîng nirxand.

Li Ewropayê kar û barên ku ji bo doza miletê Kurd û azadîyê Kurdistanê bê kirin gelek in. Lê ji bo van hemû kar û bar pêwistî bi hîna zêdetir kadro û îmkanan heye.Rastiyeke me ya din heye kadroyên siyasî yên Kurdistanî ku li derveyî rêxistinan heye, hejmarek gelek mezin e. Kar û barên ku me li jor destnîşan kir, karên kolektîv in, bi xebateke hevbeş dikare bêne meşandin. Em bangî hemû welatperwerên Kurd dikin ku mil bidin xebata rêxistinî. Heger herkes bi rêxistineke herî nêzî fikrê xwe û ya herî bêtir pê bawer e, cîh bigre, hem emê li Ewropa ji bo welatê xwe û miletê xwe karên baştir û pirtir bikin û hem jî ev dikare rê li ber yekîtî û hevkariyên mayinde yên di  navbera hêzên Kurdistanî de veke.

Meclîsa Ewropa ya PAKê banga partîya me ya ji bo Rêveberîya Herêma Kurdistanê kiribû bangeke girîng dinirxîne.  Parastin û lêxwedîderketina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanêwazîfeyeke netewî, niştimanî yên hemû Kurdên cîhanê ye.

Herweha  em piştgirîya xebat û danûsitendinên li Rojavayê Kurdistanê  ji bo rêveberîyeke hevbeş ya leşkerî, sîyasî, aborî, dîplomasî têne meşandin dikin.Em  van xebatan ji bo parastin û pêşdebirina destkeftîyên netewî, demokratîk  yên li Rojavayê Kurdistanê  weke gavên dîrokî dibînin.

Li Bakurê Kurdistanê banga partîya me ya ji bo rawestandina şerî û ya ji bo li dor daxwazên lezgîn yên netewî , demokratîk yekgirtina potansîyela herî berfireh ya gelê Kurdistanê pêwîstî û bangeke gelekî girîng e.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî yekrêzîya di nav hêzên netewî, niştimanî  de destpêka bidestxistina mafên rewa yên netewî, demokratîk yên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye..

Em bi hev re xurt in.

PAK-Ewropa

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa

 

pa2.jpegpak3.jpegpak4.jpeg

whatsapp-image-2021-01-04-at-20-00-19.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin