Mebûsê HDPê Erdogmuş: "Hêvîya wî ji Barzanî heye"

Mebûsê HDPê Erdogmuş: "Hêvîya wî ji Barzanî heye"

Ew hêvî dikin ku Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de roleke erênî bilîze.

A+A-

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Nimetullah Erdogmuş gotîye, hêviyên wan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind e. Ew hêvî dikin ku Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de roleke erênî bilîze. 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê di 5 û 6ê vê mehê de seredana Bexda û Hewlerê bike.
Tê payin ku Yildirim roja Şemiyê jî li Hewlêrê bi serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezirê Herema Kurdistanê Neçirvan Barzani re bicîve.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş ji Tv ya Rûdawê re gotîye, hêviyên wan ji hikûmeta Tirkiyê nîne lê ew di wê baweriyê de ne Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roleke erênî bilîze. Ew dizaninin armanca wan, fikrê wan, micadeleya wan, mizakereyên wan ser ew axê de yanî him li Iraqê, him li Tirkiyê him li Kurdistanê û hem li Rojhilatê Navîn ser aşitiyê ye û bi bandor e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin