Me şertên xwe yên herêma ewle ji Tirkiyê re gotine

Me şertên xwe yên herêma ewle ji Tirkiyê re gotine

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê, wan şertek wisa danenîne ku divê hêzên Tirkiyê ji Efrînê derkevin.

A+A-

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji bo avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê, wan şertek wisa danenîne ku divê hêzên Tirkiyê ji Efrînê dekevin.

Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji malpera Brîtanî ya “AL-Monitor” re ragihandiye, piştî gefên Tirkiyê yên li ser Rrojhilatê Firatê, wan bi rêya Amerîka re hewl dan ji bo avakirina herêma ewle danûstandinê bi Tirkiyê bikin û hewl dan çareseriyekê, ku hemû alî jê razî bin, ji wê pirsgirêkan re bibînin.

Mezlûm Ebdî naveroka pêşniyarên xwe bo Tirkiyê wiha daye zanîn:

- Herêma ewle, ya ku Tirkiyê bi kûrahiya 30 km pêşniyaz kiriye, nayê qebûlkirin û divê bi kûrahiya 5 km be.

- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wê navçeyê vekişe û hêzên xwecêhî lê bên belavkirin.

- YPG amade ye çekên xwe yên giran ji herêma ewle vekişîne, heta dikare çekên ku digihên Tirkiyê jî, l wir nehêle.

- Li hember de Tirkiye jî pêbend be û êriş neke.

- Hêzên çavdêriyê yên navdewletî lê belav bibin.

- Nabe Tirkiye bibe beşek ji çavdêriyê û divê hêzên li wê herêmê bicîh dibin, hêzên bêalî bin.

- Nabe Tirkiye tevlî hêz navdewletî bibe, tenê bi mercê ku koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe û Tirkiye çekdar û sivîlên ji navçeyên din anîne Efrînê ji Efrînê derbixe û mal û milkên dest danîne ser wan jî ji xelkê Efrînê re vegerîne. Herwiha ev pirose di bin çavdêriya Encûmena Efrînê ya Sivîl de birêve biçe û garantiya navdewletî jê re hebe. Hêzên Tirkiye dikarin di dewriyên hevbeş de li herêma ewle beşdar bibin.

- Herêma ewle ji milîsên alîgirên Tirkiyê re qedexe be, lê sivîlên ji wê herêmê koçber bûne, dikarin vegerin.

Mezlûm Ebdî aşkere kiriye, wan ev pêşniyar di rêya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery re şandine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin