Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Me salek din li paş xwe hişt

A+A-

2016, ji kurdan re salek pir tije serêş, asteng û alozî bû. Lê bi van re di hinek herêmên Kurdistan de  serkevtinên paye bilind jî hatin tomar kirin. Ezê di nav nivîsê de li ser van bisekinim.

Di nava salekê de, me rojewek tije derbas kir, salek nû destpê dike û rojewek pir tije li pêşiya meye:

Ji hêlekê de hewldanên hêzên hevpewmanan ku USA serê wan dikişîne û ji hêla din ve jî Rusîya û berjewendiyên wan ku di herêmê de jî bi hinek dewlet û hêzan re hewl dide xwe.

Bi destdirêjahiya van herdû hêzan, seat bi seat jî şopandina rojevê û analîza rojevê têt guhertin. Bi vê guhertinê re, rewş û hewldanên Kurdan jî cîh duguherînin. Devên wan û gotinên wan tên guhertin.

Ji bo çi?

Ji ber ku ji dervê Kurdên başûrê Kurdistan; di mazatê de ji Kurdên Bakur û Rojavayên Kurdistan re -ku PKK pêşengiya wan dike- ajandayek netewî û tifaqek li ser berjewendiyên kurd û Kurdistan li ber wan tuneye. Ev jî dîtina helwesta Başûrê Rojava û bakurê Kurdistan, siyaseta ku dimeşînin, berjewendîyên kurdan dixin bin bandorek xerab. Bi guhertina rewşa tifakên li ser axa Surîye û Başûrê Rojavayê Kurdistan re, ev bandor hîn bibandor hîn girantir dibe.

 

Di eslê xwe de kirinên başûrê Kurdistan û, helwesta wan, tercîhên wan zelalin.

Lê hewldanên wan û hêza ku di destên wan deye, car caran pirsan jî di serê mirovan de çêdikin. Yek ji van pirsan ewe ku çima gavên serxwebûnê teyîr dibin û bipaşde dikeve?

 

Başurê Kurdistan, berî ku raserî êrîşên DAİŞ bibe, ji bona serxwebûnê ajendayek danîbûn ber xwe û yekitîyek sîyasî jî ji bona wan, li ser referandûmê çêbibû.

Welat bicarekê de li ser dirêjahiya 1070 km. Ket bin êrîşên DAİŞ. Ji hêla leşkerî de ne amadeyî ênîyek şer a ewqes fireh bûn. Çekên giran di destên wan de tunebûn. Piranîyên Peşmergên bitacrûbe teqawît bibûn û nifşên nû ev 20 sale ku ji şer dûrbûn. Bê tecrûbe bûn. Demek bû, ku ji şer dûr ketibûn û rehetîyek bi wan re çêbibû.

Iraq, bi mûçe û qutkirina butçeya para kurdistan, ew tehdît dikir! Ev jî di destpêkê de bû sebebê metirsiyek mezin. Mejûyê ku kurdan bi çekên kîmyewî tehdît dikir, niha jî bi birçîbûnê Kurd tehdît dikir!

Di nav van pozisyonên nerênî de, hewl dan xwe û li henber êrîşên DAİŞ nejikestin. Li ber xwe dan û girêdanên xwe yên dîplomatîk zû bi zû xistin dewrê û li ser ling man, serkevtinên mezin bidest xistin. Grêdanên xwe yê dîplomatîk, dehqat xurtur kirin.

Qederê du sal û çend mehan e ku şerekî dijwar li ênîya şer didome. Ji raya navnetewî pişgirîyek erênî girt û ev piştgirî xurt kir û gîhand qada dewletbûnê..

Li ser axa Kurdistan nîvê axa başûrê Kurdistan, li angora makezagona Federasyonê bi maddeyê 140 ve girêdayî bû û ne bi ser Kurdistan ve bû. Divê Kerkûk jî di nav de li van deveran referandûm çêbiba..

Lê Dewleta İraq nêzîkî çêkirina referandûmê nedibû. Di vî şerê bi DAİŞ re Hêzên Ewlekariya Kurdistan (Pêşmergan) ev axa ku ji dervê îdara herêma Kurdistan bû; rizgar kir û bi Kurdistan ve girêda.Ket bin bandora hêzên Pêşmergan! Îro ji %98 axa Kurdistan di bin bandora Hêzên Ewlekarîya Kurdistan de ye.

Hêzên Ewlekariyê li deveran bicîh bûn û asayîşa deveran, îdara deveran girtin destên xwe. Pişta DAİŞ şikest û serkevtinên mezin bidest xistin. Ev jî bû sebebê pesindan û pîrozkirina raya netewa Kurd, raşa giştî ji Hêzên Ewlekariya Kurdistan re!

Demek dirêj di navberê re derbas bû û ajenda referandûmê hilanîbûn ser refikan:

Piştî şikenandinên DAİŞ li Kurdistan, carek din Serokê herêma başûrê Kurdistan emir da û got; piştî rizgarkirina Musil û derdorê wê  "xwe amadeyî referandûmê bikin ji bona serxwebûnê"!

Ew konsersûsa berî êrîşên DAİŞ li başûrê Kurdistan ku di navbera partî û hêzên Başûrê Kurdistan de hebû, hilweşiya bû. Tifaq û têkiliyên hinek partî û rêxistinan di herêmê de tercîh guhertibûn.

Hêzên ku li bakur û Rojavayê Kurdistan PKK serkêşiya wan dike; di helwest û çapemeniya xwe de Li henber gavên serokatiya herêma Kurdistan û girêdanê avakirina dewletek Kurdistanî de ne erênî bûn. Asteng derdixistin û di her fersendê de êrîşî vê daxwaza îlankirina dewletek Kurdistanî dikirin armanc. Li dijî dewletbûna Kurdan helwest digirt. Mîna rayedarên îran, bi helwesta Îran re êrîşan tînin ser Herêma azad û dibin asteng ji gavên serxwebûnê re. Dibin alîkar ji bona bicîh bûna hêzên ŞÎİ yên îran re li herêmê. Ji bona pêşeroja Kurd 3u Kurdistan ev tehl3ukek mezin e.

PKK, Li bakurê Kurdistan bi carekê de tifaq û serkêşî xistibûn bin bandora  xwe û enerjîya Kurdan ji bona "demokratîkkirina dewleta tirkan"  û „şerê  „ktîdarê yê tirkan î navxwe."  Ev jî hemû helwest û ajenda xwe li angora vê dimeşand û êrîş dibir ser rûhê Kurd û Kurdistan. Hemû bajar û bajarokên  Bakurê Kurdistan ku bi bingeh xwedî rûhekî netewî bûn, hatin hilweşandin û damarek kurdperwerî bû hedef ji dewleta tirkan re. Şerekî biqirêj li ser kurdan hat meşandin.

Dewleta tirk jî êrîşî ser van dînamîkên Kurd û kurdistanî kir û bû sebebên alozîyên mezin. Kujtin, malxerabûn, metirsî û koçberê di van herêmên Kurdperwerde geş bû. Lê ne armancek sererast li angora helwestê heye û ne jî xwestinek zelal..

"Ji bona xweseriya Demokratik" ku hîn jî kesek nizane tê çi wateyê, hewceye ku Kurd bi bingehîn şîrove bikin. Li çend bajarok û tarên ku ev "xweseriya Demokratîk" were pejirandin wê bê çi wateyê?

EV ne zelalin..

Kevneperestên "çep"ên tirkan î ku bi eslê xwe kemalîstin, li ser siyaseta PKK û çapemeniya PKK bandorek mezin bidest xistin û li angora xwestin û ajenda wan PKK û rêxistinên ku pêve girêdayî ne tevgeriyan. Dijminatîya Axa azad û serokatîya herêma Kurdistan bi destê van „çep"ên tirkan têt meşandin. Ev jî bandorek balkêş li ser xort û ciwanên bakurê Kurdistan çêdike û dike dijminên axa azad. Ev jî dibe bingeha astengên pêşîya daxwazên dewletbûnê.

 

Hin li Rojavayê Kurdistan xwestin bû; "ji bona Sûrîyek yekgirtî û demokratik" û hin jî li Bakur xwestin bû, "tirkîyek yekgirtî, xurt û demokratîk"(!) Girêdan jî angora vê ajendayê hatin pejirandin:

PYD bi 7 hêzên ereban re bi navê "Hêza Surîye a Demokratik" ve ket ênîya parastina Sûrîye û rê neda ku ji hêzên Kurd û kurdistanî re li angora berjewendiyên kurdan ênîyek berxwedanê ava bibe. Ev helwesta bû sebebên ku Hêzên Şîi yên Îran, wek Haşdî Şabî li Başûrê Rojavayê Kurdistan bicîh bibin. Bi kurdan re avakirina ênîyek netewî red kirin, lê bi Ereb û farisan re „biratî" îlan kirin(!)

Rê nedan Pêşmergên Rojavayê Kurdistan ku werin ser axa xwe û netewa xwe biparêzin. Hatina wan  wek „sebeba şer" îlan kirin û ji wan re avakirina birêveberiyek sîyasî jî qedexe kirin. Kujtin, girtin û surgûn layiqî kurdan dîtin.  Lê hêzên ereban û Haşdî Şabîi, hêza dewleta Surîye Emîn Dewlê  anîn Kurdistan û bicîh kirin(!)

Eynî tişt li bakûrê Kurdistan jî dan ber xwe: Hemû kemalîst û çepên tirkan anîn û li serserê Kurdan civandin. Dijminatiya serxwebûn û avakirina dewletek Kurd û Kurdistanî kirin armanc ji xwe re bi destê van neyarên kurd û Kurdistan!

Lê bi hêzek, rêxistinek, an jî komelek kurdên dervê xwe re, divêtî nedît ku li ser rojeva Bakurê Kurdistan çend peyvan bi hev re şîrove bikin(!)

Di vê sala 2016 an de Rojhilatê Kurdistan hewl dan xwe ku şerê çekdarî geş bikin û karên xwe yên rêkevtinî, siyasî bibandor bikin. Ew hêzên xwe yên ku di ênîya şer de, li dijî DAİŞ  şer dikirin kişandin sînorên Rohilatê Kurdistan. Îran, ev kir sebeb û bibandor li ser hinek hêzên Başûrê Kurdistan çêkir û derxist pêşîya hewldanên destpêkirina kar û xebatên rêxistinî.

 

Kongra KCD ku hemû gire girên tevgera legal têde cîh girtibûn de jî tu zelalî derneketin holê..

Tam tersê wê serê wan tevlihev û bi ajîtasiyonê xwestin netewa Kurd bixapîn in. KCK, HDP kir kurban ji siyaseta xwe ya dibin bandora îran de û bû sebebê wundakirina bingehên sivîl.

Sibe Ku Abdullah Öcalan derkeve holê û bêje; "şerê hendekan, teqandina bombeyan di s3inga sivîlan de" û "li bajaran helwesta çekdarî xelete, dev jê berdin"(!) wê ev kirin û tahrîbat çawa bêt şîrovekirin?

Bi hêvîya ku di sala 2017 an de em van astengan derbas bikin û Kurdistanek serbixwe bibînin!

28.12.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin