Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Me ji aidiyet û heqeretên hemwetiyên dagirkeran xelas bikin

A+A-

Heger em dewleta xwe ilan nekin, tarixa xwe bixwe ne nivsinin ewê hemwelatiyên dewletên dagirker her roj bi gotinên xwe me bikûj in.

Çend roj berê ez li cîhê kar bûm. Camerek ket hundir, bi almanî :

"Êvar baş"

Min jî bersiv dayê: 

Êvar baş

Hinek li hûndirê dukanê geriya û tevî fotêlek hat cem min, buhayê vê li ser nehatiye nivisandin. Min li fotêlê mêzekir û etiketê nişanî wî da: Buhayê wê 7.00€ ye.

Destê xwe avêt bêrika xwe, bi awayekî ji xwe fedî bike: 

"5.00 € yên min tenê heye "

Xem nake, heger perê te tune ye û fotêl dice xweşiya te ka 5.00€ yê xwe bide.

Perê xwe dirêjî min kir û fotêla da serê xwe...

Çend caran li ser hev spasiya xwe pêşkeşî min kir.

Mêrikek pir kibar bû.Ji wê kibariya wî hindik mabû ez jê pere jê nestinim.

Muşteriyên din di rêzê de ne.

Lê ew axeftina xwe didomine

"Ez karim ji te pirsek bipirsim"

Min bersiv da yê:

Fermo.

"Tu ji ku yê?"

Ez kurd im.

"Na, na Ji kijan welatî ye?"

Ji Kurdistanê me.

"Kurdistan li ku ye?"

Kurdistan, li Rojihlata Navîn e.

"Ma bi navê Kurdistanê dewletek heye?"

Erê, heyê.

Bi vê bersiva min ew mirovê feqir û kibar çû yekî hov û êrişkar derket pêşberî min.

"Hele tu ji min re bêje Kurdistan li ku yê? Bi navê Kurdistanê dewletek tune ye"

Ji hêrsa destê wî dilerize.

Disa pirsa xwe dubare kir:

"Tu ji ku ye?"

Ez ji bakûrê Kurdistanê me..

Camêrê ne camêr xwe wenda kir...

"Na, na bi navê Kurdistanê dewletek tune ye"

Ji dengê qirandina wî xebatkar û muşterî aciz bûn. Xebatkarê li cem min ji alî Rojavayê Kurdistanê ye:"Apo ez lêxime?"

Na, Abdullah hele niha bisekine.

Wî dit ez û Abdullah bi kurmancî dipeyivin.

Kef bi ser devê wî ket."Hun ji iraqê hatine?"

Min bersiv dayê:

Na, em ji Kurdistanê hatine.

Her ew li tembûra xwe dixine."Dewletek bi navê Kurdistanê tune ye, hun aidî Iraqê ne."

Hundirê dukanê tije müşteri bûye û gişk jî me temaşe dikin.

Her ew diqire...

Bi qirandin û qerepera wî yeki din ket hundir bi tirkî jê pirsî: "tu li ku ma? xêr e, çi bû ?"

Xwediyê fotêlê bersiv da yê:

"Ez jê dipirsim tu ji kijan welatî ye? Dibêje ji Kurdistanê me. Navê welatê ku jê hatiye nabêje. ji min re bêje ez ji Iraqê,ji Tirkiye,ji Îranê an ji Süriye me ez zanim ezê jêre çi bêjim" bi tirkî gotinên ne baş ji devê wî derdikeve.

Heta wê gavê ji min digot ew Îrani ye.

Diyar bû tirkek nijadperest bû.

Pêşberî müşteriyê almanan min bersiv dayê ne hewceye tu xwe aciz bike Almanya dewletek Demokratik e.Ji ali fikri azadi heye tu li ku dixwaze em karin vê mijarê bipeyin.

Lê tirkê nijadperest nasekine,diqire..

Qirandina te bê vate ye. Tu bimri ji welatek bi navê Kurdistanê heye! Hun nikarin 40 milyon insani tune bihesibinin, Hindik ma emê ji bibin endamê Yekitiya Netewa!

Ya din hinek bi edeb be ne hewceye tu gotinê nebaş dibêjî.Ez wan gotinan iadeyî te dikim.

Ji hevalên xwe re dibêje:" mêzek tirkî ji zane...mêzek"

Dest bi gef xwarinê kir..

Muşteriyên dukanê aciz bûn. "Emê telefonî polisan bikin"

Hevalê wî ji destê wî digre "were em herin.. tê serê me têxe belê"

Lê ew her diqire.

Ev çend şev in xew nakeve çavê min.

Ez bawerim heqeret, çirokên bi vi rengi pir in.

Nijadperestîya tirkan û helwesta kes, partiyên me yên ku dibêjin ne wexta dewlet bûyinê ye tinim ber hev. Êşek bi min diğer.

Heyrana we bim...

Êdi, wext hatiye û derbas ji dibe!.

Vê firseta dirokî nerevinin.

Zimanê me li hemberi van nijadperestan kin nekin. 

Me ji aidiyet û heqeretên hemwetiyên dagirkeran xelas bikin.

Soz...

Roja we tarixa dewlet bûyinê nivisand,hata rojek emrê min hebe ezê minetarê we bim.17.08.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar