Me jenosîda Helebçeyê jibîr nekirîye û em jibîr nakin jî

Me jenosîda Helebçeyê jibîr nekirîye û em jibîr nakin jî

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK di 29.mîn salvegera komkujîya Helebçeyê de daxuyanîyeka hevpar belav kir

A+A-

 

Li ser komkujîya  Helebçeyê 29 sal derbas bû.

16ê Adara 1988an di dîrokê  Kurdistanê de rojeke reş e. Di vê rojê de li Helebçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Sedam Huseyinî, bi bombeyên kîmyewî , di nav çend deqîqeyan de zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn. Ya herî balkêş jî piştî du rojan dinyayê bihîst ku bajarê Helebçeyê tuşî jenosîdeke bi vî rengî bûye.

Mixabin  hemû dewletên cîran û yên cihana Erebî , Rusya, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.

Piştî 29 salên jenosîda Helebçeyê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.

Lê belê, ne jenosîdên pêştir, na ya Helebçeyê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji enfal û jenosîda Helebçeyê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.

Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe.

Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.

Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina vî şerê heyî, daxwaz û pêwîstîyeke sereke ya gelê me ye. Li himber vî şerê heyî, helwesteke Kurdistanî , netewî û yekgirtî pêwîste.

Belê, Helebçe ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû.

Divê hemû Kurdên cîhanê jibo ku Helebçe wek jenosîdekê bê qebûl kirin, daxwazê ji Netewên Yekbûyî, ji Yekitîya Ewrûpa û ji hemû dewletên cîhanê bikin.

Em şehîdên Helebçeyê  û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîr tînin. Xweda wan bi rehma xwe şad bike.

-Helebçe Jenosîd e

-Em Helebçeyê ji bîr nekin ku bila Helebçeyên nû rû nedin

16.03.2017

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin