Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Me „Cenazê“ ji Kolnê bi rê kir!

A+A-

Vê sibê em zû rabûn…

Şuna bihara xapinok sermak dest pêkiribû.

Di 8.30an de em ji Bielefeldê bi rêketin…Hewa sar lê rojek pir xweş bû.

Ev demeke li Almanyayê jibo şermezarkirina Sykes-Picotê kurdên ku ji Kurdistanê re statu dixwazin bi telefonan, bi ziyareta mal bi mal gerandinê û li ser Facebook û twitrê propagandak baş kirin.

Êdî roja mitingê „festivalê“ hatibû

Me ji berê xwe da Kolnê…

Wexta mirov ji otobana dudyan derbasi aliyê otobana yekê dibe li ser erebeyek ala Kurdistanê bi ber cavê me ket…Nêzî bajarê Kolnê ev hejmara zêde bû. Ev yeka nişan dida ku ewê ev xwe pêşandana baş derbas bibe.

Di wê nabênê de telefona min lêket ji Holandayê niviskar û kurdperwerê hêja kek Weli Sebrî telefon dike.

 ”Keko ez li rê me cihê mitingê durî Bahnofê-istasyona trênê ye”

Do bişev PAK-Fransa ji gotibû em derdikevin rê...

Wexta em gihan meydana Heumarktê seat yanzdeh bûbû...

Qelebalixek baş kom bubû. Hêjandina alên Kurdistanê û şewqa wê bê sebir buyina me zêde kir. Dibê em ji xwe re cihekî parka erebê bibinin...Xortek ku di dest wî de ala Kurdistanê li wir sekini bû cihê parqê nişani me da…

Em hatin meydanê.

Heumarkt hazir bû…Kurdên li Almanyayê ,li Fransa, Belciqa,Swisrê û Holandayê dijin ji aliyê Bahnofê berbi meydanê qefle bi qefle dihatin...Her ku dicû qelebalix zêde dibû... Govend, muzik û çoşa Kurdistaniyan dest nişan dikir ku herkes beriya dengên cuda û muxalefetek xurt kiriye.

Li her qoziyê siyasetmedar û rewşenbirên kurd sohbetê dikirin. Mijara hev par ya sohbetê dewlet buyina kurda û bandora vê mitigê bû.

Kêfa bi hezaran Kurdistanî li cih bû...Bi tayibetî çoşa kec û xortan hêjayî pesinandinê ye.

Tevgera çoş û enerjiya xortan tevî tekoşinê bike rêya wan vekiriye.Li meydana Heumarktê ev yeka dihat ditin. Di van salên ku ewê qedera welatê me tayin bibe xurt buyina mixalefetê û enerjiya xorta ewê karê kurdên ku ji Kurdistanê re statu dixwazin hêsantir bike.

Ev mitinga ji du aliyan pir baş bû.

 1.Tirs şikiya

2.Tabuta Sykes-Picot ji Kolnê bi rê ket

Jibo çi tirs şikiya...Bi qeneta min kurda tirsê hem şikandin hem ji tirsandin.

Bi salane kurdên mixalif mitingek di vê girseyê û bi vê çoşê nediti bûn.

Ev qelebalixa ku hejmara wê nêzi deh hezarane pêşiya fikirandinek azad û ditinên Kurdistanî veke.

Ev xurtbuyina, kare kurda ji siyaseta ereb kirin û Tirkyeyê buyinê bi dur bixine.

Ev yeka ji, jibo yekitî,biratiya kurd bi kurda re gavek baş û erini ye.

Bi kêmasî ewê ev yeka despêka gengeşyên avakar veke. Mesajek bide siyaseta kurdên ku di siyaseta ”Tirkyeyî bûyinê” de bi israrin, bi şiklekî wan bide fikirandin.

Hin em li meydana mitingê bûn min hin suretê mitingê li ser facebookê parvekir hin kes aciziya xwe nişan dan.

Mesaja Kurdistaniyan gihabû cihê xwe. Bi hêviya ku siyasetmedarên dibêjin  dema ”netew-dewlet” xelas bu  vegerin ser xeta Kurdistanî û diyaloga kurd bi kurda re xurtir bibe.

Jibo çi tabuta Sykes-Pico ji Kolnê derket rê.

Kurdên diyasporayê bi vê Festival-xweşendanê mesajek dan dewletên Ewrupiyan.
100 sal berê we neheqi li me kir û tabutek li erdê hişt...
Jibo defin kirina wê alikariya me bikin.Rêya vê alikariyê ji ev e; li hemberi siyaseta Îran û Tirkyeyê ya êrişkar di ilan kirina serxwebûna Kurdistanê de dewleta me nas bikin. 

Rojek pir baş bû û hêviyê xurt kir.

14.05.2016 

Önceki ve Sonraki Yazılar