McGurk: Tirkiye nikare bikeve şûna Amerîkayê

McGurk: Tirkiye nikare bikeve şûna Amerîkayê

Nûnerê berê yê Serokatiya Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk dibêje: “Ti planeke Amerîka bo piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye.”

A+A-

Brett McGurk ku piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dest ji kar vekişand radigihîne, ti planeke Amerîkayê piştî vekişîna ji Sûriyê tune ye, ew yek jî li ser erdê metirsiyan li ser hêzên Amerîkî çê dike.

McGurk ji kenala “CBS” ya Amerîkî re ragihand, piştî teqîna li Minbicê ku di encamê de 19 hatin kuştin û 4 jê Amerîkî bûn, li ser erdê metirsiyên zêde derketin.

Di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de jî McGurk amaje bi wê kir, encamên stratejiya biryara vekişandinê destpê kirin, Tirkiye hejmûna xwe fereh dike, Îmarata Erebî û Behrên balyozxaneyên xwe li Şamê vekirin, dibe ku Siûdiye jî di demeke nêzîk de balyozxaneya xwe veke.

McGurk di derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê de, ji rojnameya Washington Postê re gotarek amade kir. Di gotara xwe de McGurk gotiye: Hêzên ku Tirkiye li Sûriyê alîkariya wan dike, beşek mezin ji wan îslamî û radîkal in û nikarin bibin alternatîfa HSDê.

Herwiha McGurk amaje bi wê yekê jî kiriye Amerîka di stratejiya xwe ya ligel HSDê de, rêyeke rast hilbijartiye, ji ber ku HSD dikare bibe alternatîfeke baş li Sûriyê.

McGurk dide zanîn: Eger Amerika li gorî daxwazên Tirkiyê rêk bikeve, dê alozî zêde bibe, bi sedhezaran Kurd ku di şerê DAİŞê de berdêlên giran dane, dê koçber bibin û jiyana Kristiyanên li Suriyê jî, bikeve bin metirsiyê.

Brett McGurk daxuyaniya xwe ya berê ya di derbarê pêbaweriya Tirkiyê jî dubare kir û got, Tirkiye ev demek e ne partnereke pêbawer a Amerîkayê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin