McGurk digel Qasim Silêmanî civiyaye

McGurk digel Qasim Silêmanî civiyaye

Rojnameyeke Kuwêtî belav kiriye ku Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî roja Sêşema borî bi armanca rêkeftinê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk civiyaye.

A+A-

Li gor wê çavkaniyê, ew civîn li ser daxwaza Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarê Iraqê Brett McGurk bûye û ji xeynî rêkeftina li ser pêkanîna hikûmeta siberojê ya Iraqê, behsa wê yekê jî hatiye kirin ku li ser axa welatên Erebî dawî li nakokiyan bînin.

 

Wê çavkaniyê eşkere kiriye ku McGurk ji Suleymanî re gotiye, ti peywendiya şewitandina konsolxaneya Îranê li Besrayê bi wan ve nîne û daxwaz kiriye herdu welat nakokiyên xwe deynin aliyekî û bi hev re li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin.

 

Herwiha McGurk ji Suleymanî re gotiye ku welatê wî piştgiriya kesekî siyasî yê diyarkirî bo postê serokwezîrê Iraqê nake û dema wê hatiye êdî derfet bê dayîn ku kesên din ên siyasî bo wî postî derkevin holê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin