McGurk çû serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

McGurk çû serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Li gorî malpera Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk li Hewlêrê civînek lidar xist.

A+A-

Di civînê de, her yek ji balyozê Amerîka li Iraqê (Douglas Silliman) û kunsulê wî welatê li Hewlêrê (Stive Fagin) û şanda li gel wan amade bûn û behsa hilbijartina Serok û cîgirên serokê Perlemana Iraqê û diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Îraqî û diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hilbijartinên Kurdistanê hatin kirin.

Herwiha di civîbê de, Brett McGurk piştevaniya xwe ji bo rola Kurdistanê li Bexdayê û beşdariya wê ya bihêz di piroseya siyasî û rêvebirina Iraqê de, da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bal kişand ser bizavên berdewam ên partiyên Kurdistanî, daku bi awayekî bihêz beşdariyê di pirosesa siyasî a Iraqê de bikin û hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin.

Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re got: Diyaloga di navbera partiyên Kurdistanê de, bi taybet di navbera PDK û YNK de, ji bo hevdengî li ser pirosesa siyasî li Bexdayê berdewam e.

Serwokwezîr derbarê hilbihartinên Perlemana Kurdistanê jî got: Kempînên piroseya hilbijartinan bi awayekê aram û baş birêve diçin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin