Mazlûm Ebdî: Tu siyaseteke me ya êrîşkirina ser axa Tirkiyê nîne

Mazlûm Ebdî: Tu siyaseteke me ya êrîşkirina ser axa Tirkiyê nîne

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku êrîşa bombeyî ya li Stenbolê êrîşeke terorîstî ye û dûpat kir ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne. Abdî herwiha got, ti têkiliya wan bi êrîşa 2 roj berê ya li navçeya Karkamişê ya Dîlokê ve nîne û diyar kir, “Tu têkiliyên hêzên me bi van êrişan û êrişên bi vî rengî tune ye. Tu siyaseta me ya hedefkirina xaka Tirkiyê tune ye. Heger niyeteke me ya wisa hebe em dê bêjin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî roja Çarşembê 23ê Mijdara 2022an têkildarî êrîşn Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê konferanseke rojnamevanî saz kir.

Mazlûm Ebdî îşaret bi vê yekê kir ku êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê piştî teqîna li Stenbolê hat kirin û diyar kir, Tirkiyê bûyera teqîna li Stenbolê ji xwe re kir hincet daku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Mazlûm Ebdî got: “Destpêkê êrişa li Stenbolê bû. Me berê gotiye û careke din ji raya giştî re dibêjin ku êrişa li Stenbolê hincetek û planeke ji bo pêşî li êrişeke bi vî rengî were vekirin. Bi tu şêwazî tu têkiliya me bi êrişa li Stenbolê re nîne. Em wê dibêjin ev êrişeke terorîstî ye, cihê şermezarkirinê ye. Tu carî hêzên me sivîlan nakin hedef. Ev êrişa li Stenbolê ji aliyê wan kesan ve hatiye pêkanîn ku dixwazin êriş li ser me werin kirin. Li gorî lêkolînên me, kesên di vê êrîşê de hatine binçavkirin û derdorên ku pê re têkildar in yan girêdayî DAIŞ’ê ne yan jî bi hêzên girêdayî Tirkiyeyê re tevdigerin. Di nava Artêşa Azad a Sûriyê de ne û têkiliyên wan bi wan re hene. Em di wê baweriyê de ne ku ev plan hatiye avakirin.”

Ebdî li ser êrişa li Karkamîş jî got: "Tu têkiliyên hêzên me bi van êrişan û êrişên bi vî rengî tune ye. Tu siyaseta me ya hedefkirina xaka Tirkiyê tune ye. Heger niyeteke me wisa hebe em ê bêjin. Dema ku em tiştek wisa bikin em ê eşkere bikin. Lê tu niyeke me ya bi rengî tune ye. Ne ji dûr ve û ne jî nêzî ve têkiliya bi vê êrişê nîne. Ev êriş hinceteke ji bo ku êriş bi vî rengî werin kirin."

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser gefên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku gotibû, êrîş tenê di çarçoveya êrîşên esmanî de sînordar namînin û ew dê êrîşa bejayî jî dest pê bikin, ragihand, ew ne gefekî nû ye û berê jî Tirkiyê gefên bi vî awayî xwarin e, lê êrîşek wisa hêsan nabe û HSD dê berevaniyê li herêma xwe bike.

Mazlûm Ebdî wiha axivî: “Li ser daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêje ev êriş dê veguherin êrişên bejahî, ez dixwazim tiştekî bêjim, ev ne tiştekî nû ye. Ev ne cara yekê ye ku Erdogan tehîdan dike. Beriyê vê bi çend mehan û berê jî gef xwarine ku di dema guncaw de wê êrişeke pêk bîne. Lê em dikarin bêjin ku ev êriş wê ne hêsan be. Hêzên me hene wê bersivê bide, gelê me jî amade ye bersivê bide. Li aliyekî  din rewşa herêmê ne wekî berê ye. Belê Tirkiyê di pêkanîna êrişê li ser herêmê israr dike. Em van gefan cidî digirin. Lê ev nayê wateya ku wê karibe bike an ku wekî berê bi hêsan bike an ku wekî ku berî cîhanê iqna bikira.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh ragihand, êrîşên bi firoke, don û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

General Mazlûm Ebdî li ser bîlançoya êrîşên Tirkiyê jî zanyarî dan û diyar kir, “Demeke dirêj me xwe ji van êrişan re amade kiriye. 4 endamên me şervanên QSDʹê şehîd bûn. Lê belê sivîl zêde bûne hedef. Li gorî tesbîtên hetane îlankirin 15 şehîd hene. Her wiha di van êrişan de sazî jî bûn hedef. Ev Êriş hîna berdewam in. Bi giştî êrişên berfireh hebû, zêdetirî 4 hezar êriş pêk hatin, ji wan 67 hewayî ne, yên din jî bi obus û bejahî bûn. Diyar e ku êriş wê dewam bikin.”

Di beşeke din a axaftinên xwe de Fermandarê Giştî yê HSDê têkildarî berfirehtirbûna şer jî got, “eger şer dest pê bike dê li cihekî nemîne û dê li hemû cihî belav bibe. Dê berxwedaneke mezin were kirin. Dê dewleta Tirk wekî ku plan kiriye nikaribe xaka me dagir bike.”

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin