Mazlûm Ebdî: Tirkiyê gelek caran hewl da min bikuje

Mazlûm Ebdî: Tirkiyê gelek caran hewl da min bikuje

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew gihîştine wê encamê ku êrîşa bombeyî ya li Cadeya Îstîklal a Stenbolê ji aliyê komên opozîsyonê yên Sûriyê ser bi Tirkiyê hatiye kirin û got, “Ez cara yekem e eşkere dikim. Sê birayên wê jina ku ji ber danîna bombeyê hatibû girtin dema ku ji bo DAIŞê şer dikirin, mirin.” û her wiha diyar kir ku berê gelek caran Tirkiyê hewl da min bikuje.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji Al Monitorê re bi Amberin Zaman re axivî û bal kişand ser êrîşa bombeyî ya 13ê Mijdarê ya li Taksîm a Stenbolê, êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û operasyona bejahî ya dibe ku Tirkiye dest pê bike.

"Tirkiyê gelek caran hewl da min bikuje"

Mazlûm Ebdî diyar kir ku di êrîşa esmanî ya dawî ya Tirkiyê de baregeha HSDê ya li kêleka baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li Hesekê jî hatiye hedefgirtin û li ser pirsa, “Hûn di lîsteya Tirkiyê ya ku herî zêde lê tê gerîn de ne. Hûn bûn armanca wê êrîşê?” got, “Ez nikarim teqez vê bibêjim. Lê ev jî rastiyek e ku berê gelek caran Tirkiyê hewl da min bikuje û diyar kir ku tê zanîn ez ji vir çalakiyên xwe dimeşînim.”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiyê dizanibû ku baregeha navborî ji aliyê Amerîkiyan ve jî tê bikaranîn û got, “Ez difikirim ku Amerîkiyan nizanibûn ku dê ev êrîş pêk were.”

"Em gefan cidî digirin"

Mazlûm Ebdî bal kişand ser wê yekê ku ew gefa "operasyona bejayî" ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan cidî digirin û got, “Eger hewldaneke cidî ji bo paşdexistina Tirkiyê nebin, bi taybetî ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve, ew ê bikin.”

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê li gorî gefan têra xwe ne xurt e û diyar kir, bêyî erêkirina Amerîka û Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bejahî nayê kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê got, “Eger êrîşeke bejahî hebe, ji ber ku ev destûr hatiye dayîn yan jî (Rûsya û Amerîkayê) bêdengî tercîh kirine ye.”

"Rûsya ji Amerîkayê tundtir e li hemberî Tirkiyê"

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Rûsya li gorî Amerîkayê li hemberî Tirkiyê tundtir e û got, “Rûsya li dijî operasyona bejahî ya Tirkiyê ye lê ev têrê nake. Kobanî, Minbic û hemû herêmên din ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine hedefgirtin di bin kontrola Rûsyayê de ne.”

Ebdî anî ziman, “Rûsya dixwaze ku em bi rejîma Sûriyê re li hev bikin. Li aliyê din divê Amerîka li ser Sûriyê siyaseteke zelaltir bide meşandin. Ji bilî şerê li dijî DAIŞê ti stratejiyeke wan nîne û nekarîne siyaseteke zelal derbarê pêşeroja navçeyên di bin destê me de pêk bînin. Nebûna vê siyasetê zehmet dike ku em bi awayekî serkeftî bi Şamê re danûstandinan bikin.”

"Şam ne amade ye bi me re danûstandinan bike"

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir ku Amerîka ne li dijî hevdîtinên bi Şamê re ye, li ser pirsa, “Astengiya lihevkirina bi Şamê re çi ye?” got, “Ew ne amade ne û Rûsya jî têra xwe zextê li wan nake. Helbet pirsgirêkeke din jî ew e ku Hikûmeta Şamê xwe bê alternatîv û cihê wê nayê dagirtin dibîne û ev hişmendî wan li hember daxwazên me serhişktir û bêhesttir dike.”

"Em di wê baweriyê de ne ku armanca wan a sereke Kobanî ye"

Li ser pirsa operasyona bejahî ya muhtemel a Tirkiyê, Fermandarê Giştî yê HSDê Ebdî got, “Di demên dawî de behsa Minbicê dikin lê em di wê baweriyê de ne ku armanca wan a sereke Kobanî ye. Kobanî ji bo Kurdan pir sembolîk e. Li vir têkoşîna me ya neteweyî dest pê kir û di heman demê de têkoşîna li dijî DAIŞê dest pê kir. Di warê girêdana bi Ezazê re (rojavayê Firatê) bi herêmên ku Tirkiyê di Cotmeha 2019an de bi dest xistibûn, herêmeke stratejîk e.”

Ebdî anî ziman, “Destdanîna ser hin deverên Efrînê ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve, amadekariyên potansiyel ji bo êrîşeke hevbeş li dijî me nîşan dida. Tirkiye wê bixwaze wan di operasyona li dijî Minbicê û derdora wê de bikar bîne.”

“(Êrîşa Taksîmê) komên opozîsyona Sûriyê pêk anîn”

Mazlûm Ebdî li ser pirsa, li gorî we kî berpirsê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê ye? bi van gotinan bersiv da, “Li gorî min ev provakasyonek bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo zemîna şer li dijî me amade bike hatiye çêkirin. Me gelek lêkolîn kirin û em gihîştin wê encamê ku ev êrîş ji aliyê komên opozisyona Sûriyê yên ku di bin kontrola Tirkiyê de ne, hatiye kirin. Weke mînak me dît ku jina ku ji ber danîna bombeyê hate girtin ji malbateke girêdayî DAIŞê ye û ev cara yekem e ku ez van agahiyan ji medyayê re eşkere dikim. Sê birayên wê dema ku ji bo DAIŞê şer dikirin, mirin. Yek li Reqayê, yê din li Minbicê û yê sêyemîn jî li Iraqê mirin. Birayê din jî fermandarê opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike li Efrînê ye. Ew bi sê çekdarên DAIŞê re zewicî ye û malbata wê xelkê Helebê ye. Tu eleqeya me bi bombebaranê re tine ye û siyaseteke me ya bi vî rengî nîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin