Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir

Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûrîyê, General Alexander Chayko re civîya.

A+A-

General Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe ragihandîye, ku wî îro pêşwazî li Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûrîyê, General Alexander Chayko kirîye û bi wî re behsa pirsên hevbeş, bi taybet binpêkirina rêkeftina 23ê Cotmehê ji alîyê Tirkîyê ve û herwiha kuştina sê çalakvanên jin ên Kurd, gotûbêj kirîye.

Fermandarê Giştî yê HSDê dîyar kir: “Me pêşwazîya fermandarê hêzên Rûsyaê yê li Sûrîyê general Alexander Chaiko kir. Me babetên hevpar, di nav de binpêkirinên Tirkîyê ji peyamana 23ê Cotmehê û bi taybet terorkirina hersê çalakvanên jin ên Kurd li Kobanê nîqaş kirin.”

General Mazlûm Ebdî got: “Di civînê de me li ser bilindkirnia asta koordîneyê û xebatên hevpar li hev kir. Me spasîya wî kir ku xebata li hemberî rageşîyan bersivand.”

Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên Sûrî di 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribûn û herdu bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî tevî dehan gundên derdora wan bajaran ji destê hêzên Kurdî û hêzên HSDê derxistibûn.

Piştre Amerîka û Rûsyayê du rêkeftinên cuda bi Tirkîyê re kirin û êrîşên Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hatin rawestandin.

Her piştî êrîşa Tirkîyê, hêzên Rûsya bo yekemîn car bi rêkeftina li gel Fermandarîya Giştî ya HSDê, derbasî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilatdarîya Rêveberîya Xweser de bûn.

Li gor wan rêkeftinên di navbera Tirkîye-Amerîka û Rûsya-Tirkîyê de, hêzên Kurdî çekên xwe yên giran heta 30 kîlometrean ji sînorê Tirkîyê dûr kirin, herwiha hêzên Tirkîyê û Rûsya li navçeyên sînorî dewrîyeyên hevbeş destpê kirin.

Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk dibêjin, tevî ku ew pabendî bendên rêkeftina agirbestê bûne, lê belê hêzên Tirkîyê û çekdarên ser bi wî welatî ve êrîşên xwe didomînin û binpêkarîyan dikin.

Li alîyekê din di 23 Hezîrana bihorî de jî balafireke dorne ya Tirkîyê êrişî gundê Helîncê li rojhilatê herêma Kobanê kiribû û di encamê de 3 jinên Kurd bi navên Mizgîn Xelîl, Leyla Xelîl û Zehre Berkel jîyana xwe ji dest dabûn.

Yek ji wan jinan, Zehre Berkel endama Koordînasoya Kongreya Star bû, ku bi gotina Mistefa Balî, wê di berxwedana Kobanî de kedek mezin dabû.

Her têkildarî wê bûyerê û piştî ku hêzên Rûs ên li Rojavayê Kurdistanê ti helwêstek nîşan nedan, xelkê Kobanî çend roj piştî bûyerê, li nav bajêr xwepêşandan kirin û bi ser baregeha hêzên Rûsî de girtin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin