Mazbataya Maçoglu nehat radestkirin

Mazbataya Maçoglu nehat radestkirin

Mazbataya Fatîh Mehmet Maçoglu ku ji TKPyê wekî Serokê Şaredarîyê yê Dêrsimê hatibû hilbijartin, jê re nehat dayîn.

A+A-

Serokê Şaredarîya Dêrsimê ku ji Partîya Komunîst a Tirkîyê ketibû hilbijartina 31ê Adarê û bi ser ket, îro dê mazbataya xwe werbigirta û dest bi karê xwe bikira lê mazbataya wî jê re nedan.

Maçoglu da zanîn, berê jî radestkirina mazbatayê heta doh roja çarşemê jî hatibû taloxkirin û jê re gotine roja pêncşembê ew ê mazbataya wî radestî wî bikin lê bi hinceta 'hin sedemên ewlehîyê ku nayên gotin' îro jî mazbata nedane wî.

Weku tê zanîn, Şaredarîya Dêrsimê, heta hilbijartina 31ê Adarê ji alîyê qeyyûmê ve dihat birêvebirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin