Mazbata ji şarezayên Amedê re nayên dayîn!

Mazbata ji şarezayên Amedê re nayên dayîn!

Da ku mazbatayên xwe werbigirin hevserokên Şaredarîya Amedê û 4 navçeyan îro çûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bes destvala vegerîyan.

A+A-

Hat ragihandin îro da ku mazbatayên xwe werbigirin, Hevserokên Şaredarîya Bajarê Mezin ên Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û ên Yenîşehr, Peyas, Rezan û Sûrê, çûn Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr.

Lêbelê, mazbatayên hevsorokên şaredarîyan, bi wan nehatin dayîn.

Li ber Lijneya Hilbijartinê, Adnan Selçuk Mizrakli da zanîn ku beyî ku hincetek nîşan bidin mazbata nedane wan ku ev yek jî nîşaneya vê yekê ye ku biryar ji Enqereyê were tesîskirin. Mizrakliyî got digel ku hilbijartinên 31ê Adarê pêk hatîye, YSK encaman ku divê rabigihîne, talox dike û sedema taloxkirinê jî ji rayagiştî vedişêre.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin