May: Berpirsên kuştina Xaşiqcî divê hesabê li pêş qanûnê bidin!

May: Berpirsên kuştina Xaşiqcî divê hesabê li pêş qanûnê bidin!

Serokwezîra Brîtanya Theresa May bo vekolîna kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bang li Erebistana Saudî kir.

A+A-

Serokwezîra Brîtanya Theresa May bo vekolîna kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bang li Erebistana Saudî kir.

May li Parlmana Brîtanya dîyar kir ku berpirsên kuştina Xaşiqcî divê hesabê wê kiryarê li pêş qanûnê bidin.

‘’Em hêvî dikin ku Erebistana Saudî bo ku hiqûqa neteweyî û ya navneteweyî binpê nebe, çi pêwîst e bike.’’ May got.

Wê da zanîn ku ew vekolînê ji nêz ve dişopînin û dîyar kir ku ew dixwazin ku vekolîn li gor standartên navneteweyî bimeşe.

Xaşiqcî di 2’ê Cotmehê de li Konsulxaneya Erebistana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin.

Raportara Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Agnes Callamard hefteya borî bi raporekê ragihandibû ku berpirsê kuştina Xaşiqcî, Erebistana Saudî ye.

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adil El Cubeyr ser raporê bertek nîşan dabû û gotibû ku di raporê de tiştekî nû tune û gotinên di medya de hatine dubare kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin