Manî Husênî parlamenterê Kurd li Norwêcê: Ez dê hewl bidim Norwêc û Ewropa piştgiriya Kurdan bikin

Manî Husênî parlamenterê Kurd li Norwêcê: Ez dê hewl bidim Norwêc û Ewropa piştgiriya Kurdan bikin

.

A+A-

Manî Husênî, kurdê ku di hilbijartinên dawî yên Norwêcê de wek parlamenter hatiye hilbijartin, ji Rûdawê re ragihand, ew dê hewl bide li Norwêc û Ewropayê piştgiriya Kurdan û bi taybet jî penaberên Kurd bike. Husênî herwiha got, ew dixwaze rojekê tevî şandeke Norwêcî serdana Rojavayê Kurdistanê jî bike.

Di hilbijartinên parlamentoya Norwêcê de ku roja 13ê Îlona îsal hat lidarxistin, du Kurd jî wek parlamenter hatin hilbijartin. Yek ji wan parlamenterên Kurd, Manî Husênî ye ku xelkê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Manî Husênî li ser lîsta Partiya Karkeran a Norwecê wek parlamenter hatiye hilbijartin. Manî Husênî îro beşdarî Bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw Tv bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û derbarê bernameya xwe ya di parlamentoya Norwêcê de bersiva pirsên Rûdawê da.

Manî Husênî ragihand, ew bi Kurdan û Kurdbûna xwe serbilind e û tekez kir, ew ku niha di parlamentoya Norwêcê de ye, dê ji bo Kurdên li Norwêcê xebatan bikeû berevaniyê li mafê wan bike. Husênî got: “Ez dê kar bikim ji bo ku parlamentoya Norwêcê bizane ku dîroka me, folklore me zengîn e, ez dê wan vexwînim ku Kurdistanê bibînin û hemû partiyan bibînin, daku Norwêc û Netewên Yekbûyî behsa mijara Kurd û Kurdistanê bikim.”

Parlamenterê nû yê Norwêcê amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got, ew dê hewl bide û bixebite ji bo ku hem di asta parlamentoya Norwêcê de û hem di asta navdewletî û Ewropayê de, alîkariya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

Derbarê Başûrê Kurdistanê de jî, Manî Husênî ji Rûdawê re diyar kir, ew dê di nava parlamentoya Norwêcê de hewl bide ku hikûmeta Norwêcê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk û di warên din de jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêş bixe û têkiliya bi Herêma Kurdistanê re bike beşek ji dîplomasiya xwe.

Husênî derbarê rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî destnîşan kir, karê herî giring ku ew wek parlamenter bikare bike, alîkariya penaberan e. Husênî got: “Em dikarin serlêdana NY bikin.., bi hikûmeta Norwêcê re têkiliyê bikin, em dixwazin alîkariyên bo penaberan zêdetir bikin, bi taybet penaberên navçeyên ku DAIŞê lê xistiye.”

Li ser pirsa gelo tu difikirî ku rojekê li gel şandeke parlamentoya Norwêcê serdana Rojavayê Kurdistanê bikî, endamê parlamentoya Norwêcê Manî Husênî got: “Ez dixwazim.., ez dixwazim Ewropa alîkariya Kurdan bike, ji ber ku li derdora me hevalên me tune ne.” 

Manî Husênî, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û nêzîkî 23 sal berê bi malbata xwe re ji Rojavayê Kurdistanê koçî Norwêcê kiriye.

Husênî li Norwecê xwendina xwe di fakulteya Zanistên Siyasî de qedandiye û têza xwe  li ser "Doza Kurd li Bakurê Kurdistanê" daye.

Manî Husênî di 2011 de wek dîplomatekî stajyer li Balyozxaneya Norwêcê ya li Îmaratê kar kiriye.

Di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Norwêcê de, kurdek din jî wek parlamenter hatiye hilbijartin, ku ew jî Seher Aydar ji Bakurê Kurdistanê ye û li ser lîsta Partiya Sor bûye parlamenter.

Seher Aydar di temeneke biçûk de ji Konyayê ber bi Norwecê ve koç kiriye. Aydar, ku endamê Desteya Navendî ya Partiya Sor e, di hilbijartinên 13ê Îlonê de ji Oslo ya paytexta Norwêcê di rêza duyemîn de berbijêr bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin