Mamosteyên li Efrînê xwendekaran ferî tirkî dikin

Mamosteyên li Efrînê xwendekaran ferî tirkî dikin

Mamosteyên ji Sûriyê yên li bajarê Hatayê hatin perwerdekirin dê li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê dersên zîmanê tirkî bidin xwendekaran.

A+A-

Li gor medyaya Tirkiyê ji herêma Efrînê 25 mamosteyên piçek tirkî zanibûn li bajarê Hatayê beşdarî qursa bi qasî 10 rojî bûn û sertîfîkayên xwe yên zimanê tirkî hildan.

 

Mamosteyên qurs qedandine dê li dibistanên Efrînê zimanê tirkî bidin xwendekaran.


Derbarê vê projeyê de Kordînatorê Perwerdehiyê li Efrînê Hulusî Goçer wiha got: "25 mamosteyên ji Sûriyeyê beşdarî qursê bûn û qedandin. Jixwe piçek bi tirkî zanibûn û bi saya qursê jî zimanê xwe pêş xistin. Bi saya wan xebatan dê têkiliya di nav me de pêş bikeve û jixwe armanca me jî ev e."

 

 

Li gor raporên dezgehên mafên mirovî piştî dagirkirina Efrînê  ji sedî 80 xelkê Efrînê koçber bûn û kesên li cih mane jî rastî binpêkirinên mafên mirovî têne.

 

Herwiha li gorî raporan metirsî heye ku demografya Efrînê bi giştî bê guhertin û li şûna niştecihên Kurd pêkhateyên ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê wek Ereb û Tirkmen têne bicihkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin