Mamosteyê Kurd bo zarokên xwe fîlmên karton bi Kurdî çêdike

Mamosteyê Kurd bo zarokên xwe fîlmên karton bi Kurdî çêdike

.

A+A-

Mamosteyekî Kurd ji bo ku zarokên xwe ji filmên karton yên Erebî û biyanî rizgar bike dest bi çêkirina fîlmên karton yên Kurdî kiriye.  

Mamosteyê Kurd  yê bi navê Ebdulbaqî Ehmed ji bo ku zarokên xwe ji filmên kartonan yên Erebî û biyanî rizgar bike, li mala xwe dest bi projeya çêkirina filmên anîmasyon kir.

Ebdulbaqî ku ev 8 sal in li Hewlêrê dijî û mamostayê zimanê Erebî ye. Ew wêneyan diresimîne, dike Animation, zaroka wî ya 10 salî Leylan ligel zarokeke mirovê wan bûne lîstikvanên anîmasyonê.

Ebdulbqî Ehmed- Pisporê Animation dibêje di destpêke de min ji zarokên xwe destpê kir. Min bala xwe dayê gelek li stranên Erebî û Îngilizî temaşe dike. Ez li yên Kurdî digeriyam, tinebûn yên hebûn jî ne bi şêweyeke baş bûn. Ez dixwazim zarokên min bi Kurdî bijîn.”

Yekemîn berhemê Ebdulbaqî straneke Kurdiyan kurmancî bi navê Hêlan e.

Amadekirina berhemeke wiha karê dezgehan e, lê Ebdulbaqî bi xwe bi hemû karan radibe, mûzîkjen e jî û mûzîka guncaw ji bo anîmasyon amade dike û teksta bi Kurdî dinivîse û zarokên nav malê tomar dikin.

Ebdulbaqî dibêje, çêkirina anîmasyon û filmên karton ji bo zarokan berpirsyariyeke mezin, divê kesên pispor kar li ser bikin, ji ber ku kar li ser xeyala zarokan dikin û dibe metodek ji bo perwerdekirina zarokan, lê bi zimanê Kurdî.

Ji bo karê wî berdewam be, pêwîstiya wî bi alîkariyê ve heye ji bo karibin berhemên balkêş ji bo zarokên Kurd amade bike.

Ebdulbqî Ehmed Pisporê Anîmasyonê got “Tiştên ji bo zarokên me yên Kurd çê bibin, ez wek erkekî li ser milê xwe dibînim. Gava mirov lê dinêre bi hemû zimanan hene, lê bi Kurdî gelek kêmin. Di vî warî de kêmasiya dezgehên Kurdî hene, divê ji vê yekê re palpişt bin. Heta ji ez dikaribim, ez ê bi tena serê xwe çêkim. Lê bi rastî bi tenê ez ê nikaribim berdewam bikim. Di warê aborî de zehmet e. xwena min heye ku ji bo zarokan televîzyoneke bi Kurdî çêbikim.”

Ji ber ku nikare 2 karan bihevre bike, Ebdulbaqî niha dev ji karê mamosteyiyê berda ye û hemû demên xwe bi çêkirina anîmasyonê re derbas dike.

Heta niha 2 berhem bi dawî kirine û projeyên wî ji bo dema bê  hene, ew dixwaze zarokên Kurd, bi Kurdî bijîn, çîrok, serpêhatî û efesaneyên di dîroka kurdî de ji wendakirinê bêne parastin û ji zarokan re bi şêweyê anîmasyênê bêne pêşkêş kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin