Mam Celal koça dawî kir

Mam Celal koça dawî kir

Îro, 3.10. 2017,Serokkomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Mam Celal Talabanî (84) li Almanyayê koça dawî kir.

A+A-

Îro, 3.10. 2017,Serokkomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Mam Celal Talabanî (84) li Almanyayê koça dawî kir.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, di 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kiribû û rewşa wî ya tendurustiyê têk çûbû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hatibû şandin.

Piştî dermankirinê Talebanî di 19-07-2014 vegeriyabû Silêmaniyê. Piştre careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talebanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hatibû şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê û di 11-09-2017ê de dîsa çûbû Almanyayê.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik  bi wefata Mam Celal li ser hesabê xwe yê twîtterê de xemgînîya xwe anî zimên û got; Gelê Kurdistanê serokêkî xwe yê hêja wenda kir.  Bi wefata Mam Celal gelekî xemgîn e. Serê malbata Mam Celal,yê YNKyê, yê gelê Kurdistanê sax be.

 

Jiyannameya Mam Celal

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.

Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bp gereke din bû Serokomarê Iraqê.

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi anvê Qubad û Pavil hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin