Malpereke Îsraîlî: DYA dê 6 rojan êrîşî Îranê li Sûriyeyê bike

Malpereke Îsraîlî: DYA dê 6 rojan êrîşî Îranê li Sûriyeyê bike

Malpera Debka File ya Israîlî, ragihand, ku Trump dixwaze hêzên ezmanî û deryayî yên Amerîka û hevpeymanên wê, li nêzîkî Sûryê amade bike û bi beşdariya Fransa û Birîtanya û hin welatên Erebî, êrîşeke berfireh li dijî bingehên Îranî li Sûryê destpê bike.

A+A-

Li gorî zanyariyên wê malperê, ku ji hin jêderên serbazî Amerîkî wergirtiye, wê ew êrîş tenê 6 rojan berdewam bike.

Heman malperê eşkere kir, ku serokê Amerîka Donald Trump, ji serokwezîra Birîtanya re gotiye: "Min di pirsa jehrîkirina sîxurê Birîtanî de, li dijî Rûsya pişta welatê te girt, lewra pêwsît e hûn jî, di pirsa Sûryê de, li dijî Rûsya û Îranê piştevaniya Amerîka bikin".

Herwiha malpera navhatî, diyar kir, ku îro keştiya girs ya firokehelgir ya Amerîkî (USS Harry Truman) ji Amerîka ber bi Derya Sipî ve birê ket û biryar e di nava 5 rojan de bigihêje nêzîkî peravên Sûryê, pêr jî Amerîka keştiya cengî (USS Donald Cook) ji Qubrisê ber bi Derya Sipî ve şand.

Hevdem li gel van pêşhatan, malpera Israîlî diyar kir, ku di 6ê vê mehê de, 350 firokevanên Frensî li ser keştiya girs a firokehelgir a Amerîkî (USS George H.W. Bush) dest bi rahênanên serbazî hevbeş li gel hêzên Amerîkî kirine.

Îro jî demjimêr 14:00an (bi dema Hewlêrê) Serok Trump di twitterê de nivîsî: “Rûsya soz da ku, hemû mûşekên ber bi Sûriye ve biçin, bixe. Amade be Rûsya, dê mûşekên jîr û nû werin. Nebe hevkarê heywanekî, ku xelkê xwe bi gazên jehrewî dikuje û ji vê yekê serbilind dibe!”

Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Rûsya demjimêr 14:25an bersiv da: “Mûşekên jîr divê hemberî terorsîtan bên bikar anîn, ne hemberî Hikûmetên yasayî.  Herwiha dibe ku, ev mûşek nîşan û belgeyên li ser gaza jehrawî jinav bibin. Armanc ev e.

Dîsa Serok Trump, demjimêr 14:40, di twitteke nû de nivîsî: “Pêwendiyên me li gel Rûsya di demekê gellekî sar de ne. Ji dema Şerê Sar ve û heya niha, dibe ku pêwendiyên herî xerab in. Sedem ji vê yekê re tine ye. Pêwîstiya aboriya Rûsya bi me heye. Ev jî hesanî ye, bila hemû dewlet li gel hevdu bicivin û li gel hevdu kar bikin, daku em pêşbirka çekbûyînê ji holê rakin”…

Di heman demê de, Parîs û Londonê jî, daxuyaniyên tund hemberî Rûsya, Îran û Sûryê dan.

 

(K24)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin