Malbatên Kurd li Filistînê

Malbatên Kurd li Filistînê

Çend ji navdartirîn hoz û malbatên kurdan li Filistînê

A+A-

Çend ji navdartirîn hoz û malbatên kurdan li Filistînê

Dr. Henna Isa*

 

Wergerandin ji zimanê erebî: Ednan Bedreddîn

Malbata eyûbî ya Mezin

Di "Belgeya malbata eyûbî ya mezin" de, navên malbatên kurdên eyûbî yên ku li Filistînê bicîbûne, hatine diyar kirin. Evan malbatan piştî rizgarkirina Filistînê ji  dagîrkeriya xaçeperestan, ev welat jibo xwe kirine war. Piraniya wan îro li bajarê Xelîl dimînin. Ên mayî jî bi ser gelek bajarên Filistînê ve belav bûne. Malbata eyûbî ya mezin van hoz û malbatan bi xwe ve digire:

Ebû Xelef, Selah, Al-Heşlemon, Teblet, Ciwîls, Al-Bîtar, Hemmûr, Zellûm, Hrêz, Al-Ribêhiya, Al-Beradey, Ahmero, Al-Cibrînî, Imhêsin, Ebû Ze'rûr, E're'r, Sehyûn, Al-Hezîn, Berqan, Sidir, Fexd Ebû Salim/Mereqe, Al-Mehlûs, Rwêşid, Ebû-Al-Helawe, Al-Heşîm, Mit'eb, Qifêşe. Van malbatan nîvî yan sêyeka niştecihên bajarê Xelîl bi xwe ve digirt. Beşek ji wan niha li bajarên Cenîn, Nablûs, Quds, Yafa, her weha li Misrê û Urdunê dijîn.

Malbata Al-Îmam

Ev malbat li derdora xwendingeha Amîniyê, ku dikeve bakurê Herema Qudî ya pîroz de dijî. Endamên vê malbatê dibin neviyên zaneyê olî Diya'ddîn Muhmemed Ebû Isa Al-Hekarî Al-Seltî. Ew di heyama desthilatdariya memlûkiyan de, li gel zarokên xwe,  ji taxa kurdan a Selta Urdunê hatiye Filistînê. Zarok û neviyên vî zaneyê kurd demeka dirêj mellatiya Mizgefta Al-Aqsa kirine ku ji wê paşnavê Al-Îmam wergirtine.

Mala Ze'rûr

Yek ji mezintirîn malbatên kurdan e. Endamên wê ji malbata eyûbî ne. Ew niha li Al.U'zeyriyê ya ku dikeve rojhilatê Qudsê, û li bajarê Xelîl dijîn.

Mala Al-Mella

Ji neslê Mella yan Menla Alî, waliyê Al-Nasîre ne, Ew navê xwe ji wî werdigirin.

Mala Sêf

Tê gotin ku ev malbat beşeka ji "mala Sêfa" ku di sedsala 16-an de, desthilatdarên Terablus û E'kkar li bakurê Lubnanê bûne. Ew ji herêma "Çiyayê Lubnanê", berî çendsed salî hatine van herdu herêman, piştî rûbirûneka dirêj bi Me'niyan re (malbata Me'niyan jî kurd e û ewê roleka gelekî giring di dîroka Lubnanê de leystiye- têbîniya werger).

Mala Mûsa û mala Îsa

Nifşên wan bi navê "Berqawî" têne naskirin, ji bajarokê Berqe ku ne dûrî Nablus e navê xwe distînin. Ew jî neviyê mala Sêfa yên navbûrî ne. Niha ew li gundê Şofe û Kefr Al-Lebid dimînin.

Mala Al-Qeymerî

Ew neviyên mîrekên ji Qeymera ku dikeve navbera Musil û Axlatê li Kurdistana Iraqê, gihiştine Filistînê. Weke "Mucahîd" di artêşa Selaheddîn de li bajarê Xelîl bicîbûne. Qubbeyek li ser navê bapîrên wan di Herema Qudsî ya pîroz de heye. Ew di şerên azadkirina Filistînê de şehîd ketine. Hinek kes ji vê malbatê koçberî paytexta Urdunê, Ammanê bûne.

Malbatên kurd li Qudsê

Li Qudsê hijmarek malbatên kurd hene, mina:

Malbatên Ebî Al-Lutf, Al-Kurd, Al-Kurdî, Al-Bestamî, Elîko, her weha çend malbatên eyûbiyan hene: Al-Saiyh, Ebû Xelyûn, Eke, Qfêşe, Ebû Hemîd, Al-Eyûbî, Al-Hezîn, Sidir, Mereqe, Ellûş, Al-Cibrînî, Al-beradey, ferrah, Imhêsin, Mite'b, Al-Eyûbî, Zellûm, Hrêz û I'sêle.

Ji malbatên kurdan yên ku li gund û bajarên Filistînê dijîn:

Al-Şihêmat ku şaxeka hoza Beşato ye. Kesên vê malbatê li gundên Kewkeb Al- Hewa, Al- Mezar û Al-Beşato ku girêdayî Qezaya Bîsan in, diman. Piraniya wan, piştî sala 1948-an, koçî Urdunê kirin û li "xor Al- Urdun" li bajarê Al-Menşiye Al- şîmaliye, û li Weqqas û Irbidê bicîbûn.

Ji malbatên kurdan, malbata Al-Axa li bajarê Sefed, Al-Kurdî li gundê Dêr Al-beleh, Al-Kurdî û Al-Kenefanî li bajarê Ekka, Feşrî ya eyûbî li bajarê Al-Lud, Kurdên Eyûbî li gundê Al-Ribêhiyê li Qezaya Al-Xelîl, Al-lehham li bajarokê Sorîf, Al-kurdî li bajarê Teberiye, Al-Zaza li bajarê Bîsan, Ebû Zehre, Al-Kurdî, Zellûm û Al-Sayih li bajarê Nablus, Malbatên Al-Nacî ku neviyên se birayên ku ji Diyarbekirê hatibûn: Beko (Bekîr), Elo (Elî) û Heso (Hesen). Malên wan li Tîret Heyfa bûne, lê piştî sala 1948-an çûne Urdunê.

Hijmareka dî ji malbatên kurdan; Mala Murad Al-Kurdî, Al-Axa, Al-Zaza û Al-Kurdî li devera Xezza. Mabata Al-Kurdî li Muxeyem Ayîda li kêleka Beyt Lehem, Al-Axa li bajarê Xan Yûnis, Al-Kurdî li bajarê Beyt Al-Sseb'i, Ebû Zehre li Yetta, kurdên Al-Beggare û Al.Xenname li qezayaTeberiye, Al-Kurdî li gundên Hewware û Hewwase, Al-Kurdî li bajarê Al-remle, Al-Kurdî li gundê E'yn I'rêk, malbata Al-Kurd li Qudsê, Xelîl, Dêr Al-Beleh û Beyt Tîma. Al-Eyûbî û Al-Se'diye ku ji malbata eyûbî ya mezin in li bajarê Yafa û mala Ebû Al-Hêca li gundê E'yn Hewd.

Bajarê Xezza: malbat Al-Zaza heta sala 1948-an li gundê Al-Kofxe ku girêdayî Bîr Al-Sseb'i e dijî. Piştî ku gundê wan hate helweûandin ev malbat vegeriye Xezzayê. Yek ji endamên malbata Al-Zaza dibêje ku malbata wan ji Kurdistana Turkiyê ye. Bapîrê wan di heyama desthilata osmaniyan de weke karmend hatiye Xezzayê. Navê wî hecî Mistefa Al-Zaza bûye. Du kurên wî hebûne: Abdelhemîd û Ebdêrebû. Ebdêrebû tevlî zarokên xwe li gundê Al-Kofxe bicîbûye. Li wê derê bi cotiyariyê, xwedî kirina pez û hêştiran re mijûl bûne. Piştî sala 1948-an vegeriyane Xezzayê.

Bajarê Teberiye: Li vir malbat Al-Kurdî ji hoza Îzoliyan bi cîbûye. Ew ji Sûriyê hatiye. Desthilata mandatê ya brîtanî rêzdar Muhemed Eyûb Zaza (Ebû Eyûb Al-Kurdî) weke muxtarê misilmanan li Teberiye erkdar kir. Li Teberiye, her weha, malbata Bekdaş, Xelîl Al-Kurdî (Cers), Zaza ku bapîrê wan hecî Derwêş Zaza ye û Bekir Axa (Îzolîku mezinê wan Bekir Sidqî Axa (Îzolî) ye hene.

Bajarê Yafa: Belgeyên dadgeha Yafa ya şer'î destnîşan dikin ku hijmarek ji kurdan di heyama osmaniyan de (1864-1914) li qezaya Yafa hatine bicîkirin. Ewan di nav rêzên artêş û dezgehên ewlekariyê de, li hindur û derveyî yafayê, kar kirine. Hinekan ji wan xwestine piştî ku dest ji kar berda ne li Yafayê jiyana xwe bidomînin.

Weke nimûne, Hesen Axa Al-Kurdî ji niştecihên Sekenet Erşîd leşker bûye di nav rêzên artêşa osmanî li qezayê. Hecî Ahmed Axa kurê muhemed Al-Qewwas Al-kurdî nişteciyê bajarê Al-Remle "yuzbaşî" yê jendirmeya lîwa ya Benî Xazî bûye.

Di encama aloziya ereban û îsraîlê, bi taybet, herdu cengên 1948 û 1967-an de, gelek ji malbatên kurdan ên navbûrî koçî welatên ereban mina Sûriye, Lubnan, Misir, Iraq, Urdun û welatê kendava erebî kirine. Hinek jî li welatên Eorupa û Amerîka bicîbûne.

 

*Dr. Henna Isa Rewşenbîr, lêkolîner û yasazanekî filistînî navdar e. Ew mamoste yê zanîngehê ye û ji xelkê bajarê Ramella ye.  

   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin