Mafnas: Tawanên li Efrînê dibin, tawanên cengê ne

Mafnas: Tawanên li Efrînê dibin, tawanên cengê ne

Binpêkirinên grûpên çekdar yên oposîzyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin li herêma Efrînê berdewam in.

A+A-

Bipêkirinên grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin li herêma Efrînê berdewam in. Di dema ku çalakvanên rêxistinên mirovî li Rojavayê Kurdistanê dibînin, ev binpêkirin yaseya mirovahî ya navdewleti binpê dikin, hin mafnas dibêjin ku Tirkiye berpirsê binpêkirinê ku li Efrîn çê dibin .

Ji destpêka dagirkirina Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bo herêma Efrînê û ta roja îro binpêkirin û talanî di derheqê xelkên Efrînê de berdewam in. Di dema dawî de kêseyên binçavkirin û eşkencekirinê li Efrînê bi awayekî balkêş zêde bûne û ev yek metirsiyekê mezin çê dike. Mafnas dibêjin, Tirkiyê dewleteke dagirker e, lê ew erkên xwe derbarê dagîrkiriya Efrînê de pêk nayine.

1-025.jpg

Herwiha didin zanîn, Tirkiyê di ber binpekirên li Efrîn çêdibin de berpirs e û li gorî yasayên navdewletî ew binpêkirin dighêjin asta tawanên cengî.

Mafnas Ridwan Seydo ji K24ê re got: “Li gor rêkeftina Lahay, Tirkiye dewleteke dagîrker e û li gor yasayên navdewletî, divê Tirkiyê bi erkên xwe rabe wek dewleteke dagîrker. Ev binpêkirinên li Efrînê çê dibin, gihîştiye asta tawanên cengê, dijî mriovayetiyê û heta qirkirina bikomî. Dewleta Tirkiyê û grûpên çekdar di ber van binpêkirinan de berpirsyar in û divê ew pêşkêşî dadgehên navdewletî bibin.”

2.png

Hin çalakvanên rêxistinên mirovî li Rojavayê Kurdistanê diyar dikin, Tirikyê û grûpên çekdar bi kiryarên xwe yaseyên mirovî yên navdewleti binpê dikin. Herwiha didin zanîn jî, rêxistinên mafê mirovan yên Kurdî li gorî karînên xwe bi tenê dikarin hewildanên guhertina demoxrafî û binpêkirinan belge bikin û pêşkêşî Yekîtiya Ewropa yê bikin.

Çalakvan di warê mirovî de Mehmûd Omer dibêje: “E, li gor karîna wek rêxistina mafên mirovan, berî dagîrkeriya dewleta Tirkiyê li ser Efrînê bibe, em amade bûn derbasî Efrînê bibin wek piştîgîrî û bangek ku ev dagîrkerî çê nebe. Tiştê herî ku Tirkiyê ji sûdê werdigire, ku Tirkiyê xwe wek dewleteke dagîrker ranegihandiye.”

3-copy-3.jpg

Dizî û talankirina malên Kurdan û revandina xelkê, herwiha guhertina navên gelek rê, kolan û bazarên Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve û ta niha ji aliyê grûpên çekdar berdewam e, bêyî ku tu destêwerdanên navdewletî derbarê van binpêkirinên ku li Efrînê zêde dibin çêbibe, ew jî li gorî mafnas dibêjin, ew digihêje asta tawana jînosaydê.

(Wêneyê sereke- AFP) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin