Mafnas: Tawanên cengê li Efrînê tê kirin

Mafnas: Tawanên cengê li Efrînê tê kirin

.

A+A-

Mafnas dibêjin ku ev tawanên cengê ne û rojnamevan jî dibêjin, ew bi zehmetî binpêkirinan belge dikin. 

 Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên derheqê Kurdan de berdewam in. Mafnas dibêjin ku ev tawanên cengê ne û rojnamevan jî dibêjin, ew bi zehmetî binpêkirinan belge dikin.

Binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê berdewam û bêdawî ne, welatiyên Kurd rastî revandin, eşkencedan û kuştinê tên. Mafnas jî kiryarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi tawanên cengê bi nav dikin û dibêjin divê dadgehên taybet ji bo dadkirina van çekdaran bêne avakirin, bi taybet ku van çekdarên opozîsyona Sûriyê li derveyî Sûriyê şer kirine.

Di vê derbarê de, Berpirsê Komîteya Yasayî ya ENKS Redwan Sîdo ji K24ê re got: “Di dawiyê de, Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya ser Netewên Yekgirtî ve, binpêkirinên li Efrînê tên kirin şermezar kir û tekez kir ku tawanên cengê yên li dijî mirovahiyê hatine kirin, lê ez ji wê zêdetir dibêjim ku Tawana qirkirina bikomî li Efrînê hatiye kirin. Ji ber wê divê Dadweriya Veguhês li Efrînê bi kar bê û çi kesê tawan kirine bêdadgehkirin û cezakirin.”

Kurdên li Efrînê dimînin, newêrin behsa binpêkirinên grûpên çekdaran bikin ku rastî revandin û kuştinê tên. Di vê derbarê de rojnamevanên Efrînê dibêjin ew bi zehmetî binpêkirin û tawanên çekdaran belge dikin. ji aliyekî din ve, gelek Kurdên Efrînê di zîndanên bajarê Ezaz û gundê Raî de ne û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rojnamevan Nûrhat Hesen dibêje: “Em bi riya xelkê sivîl ên li Efrînê dimînin û hin dezgehên ragihandinê yên bi dizî li wir dixebitin em zanyariyan werdigirin û belge dikin. Em gelek zehmetiyan dikişînin, ji sedî 80 ji binpêkirinên li Efrînê dibin, dernakevin derve. Herwiha gelek hewl tên dan ji bo xelkê dest ji xaka berdin û derkevin. Qaçaxçiyekî ji min re got, tenê di mehekê 70 Kurd ji Efrînê derxistine.”

Tevî ji encama êrîşa li ser Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 350 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn, hîn jî zordarî li serê Kurdan tê kirin, ji bo ku ew koçber bibin, Erebên navçeyên din ên Sûriyê li şûna Kurdan bi cih bikin û demografiya herêmê bigihurên.

 Ekrem Salih   (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin