Mafê Mirovan a Efrînê: Tirkiyê malbateke Kurd radestî grûpeke çekdar a Sûrî kir

Mafê Mirovan a Efrînê: Tirkiyê malbateke Kurd radestî grûpeke çekdar a Sûrî kir

.

A+A-

 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Îbrahîm Şêxo dibêje, Tirkiyê malbateke Kurd a ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê radestî grûpa Heyet Tehrîr El-Şam kir.

Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew malbata Kurd ku radestî grûpa Heyet Tehrîr El-Şam hatine kirin, ji çar kesan pêk tê: Welîd Hesen Berekat 42 salî û endazyar e, Erbîl Îbrahîm Henan hevjîna Welîd Berekat, Hesen Welîd Berekat 8 salî û Lewend Welîd Berekat 6 salî.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, ew malbata Kurd xelkê gundê Cilme yê ser bi bajarokê Şêrawa ya Herêma Efrînê ye û di 8ê Kanûna 2020an de dema ku hewl dabûn ji Edirne ya Tirkiyê ve derbasî Yunanê bibin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn girtin.

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, di dema derbasbûna bo Yunanê de ew malbata Kurd bi tenê nebûye û kes û malbatên din jî hebûne, lê berpirsên Tirkiyê malbatên din azad kirine û ew malbata Kurd radestî grûpeke çekdar a Sûrî ya nêzîk li hikûmeta Tirkiyê kirine.

Şêxo diyar kir, li gor zanyariyan endamên wê malbata Kurd bo girtîgeha navçeya Hiwar Kilis a li bajarê Ezazê hatine veguhastin, ku grûpa Sultan Murad a ser bi Tirkiyê li wê derê desthilatdar e. Bi gotina Şêxo, piştî veguhastina endamên wê malbatê bo girtîgehê, tiştek ji çarenivîsa wan nayê zanîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di 18ê Adara 2018an de piştî şerekî dijwar kete destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve û ji wê demê ve heya niha gelek binpêkirin di derheqê kurdên wê herêma Rojavayê Kurdistanê de hatine kirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin