Macron: Şertên Hevdîtina Trump û Ruhanî Çêbûne

Macron: Şertên Hevdîtina Trump û Ruhanî Çêbûne

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku bo di navbera Washington û Tehranê de danûstandin destpê bikin şert çêbûne.

A+A-

Dengê Amerîka


Macron li New Yorkê dîyar kir ku piştî ew bi Serokê Amerîka Donald Trump re kom bûye, bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re civîyaye.

Wî bal kişand ku di navbera Washington û Tehranê de metirsîya pevçûnê heye û got ku êdî dem hatiye ku her du alî dest bi danûstandinên bikin.

Serokomarê Fransa da zanîn ku Washington û Tehran dixwazin li herêmê aramî çêbe.

Li gor axaftina Macron ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Trump dixwaze ku Tehran bernameya navokî biterikîne û Tehran jî dixwaze ku Washington toleyên aborî yên dijî wê rake.

Macron dîyar kir ku Ruhanî li New Yorkê ye û da zanîn ku ew bo hevdîtina Trump û Ruhanî ‘’fersendeke baş’’ e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin