Macron: Me li Derya Spî xeta sor danî pêş Tirkîyê

Macron: Me li Derya Spî xeta sor danî pêş Tirkîyê

Serokê Fransayê ragihand: “Me li Deryaya Spî xeta sor danî ber Tirkîyê û Enqere rêz li kiryarê digre, ne li gotinê.”

A+A-

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê di civîneke çapemenîyê de dîyar kir; îsal dê helwesteke wan a tund li hember kiryarên Tirkîyê li Deryaya Spî hebe û ew xeta sor datînin ber Tirkîyê, "ji ber Tirkîye rêz li kiryarê digre, ne li gotinê".

Macron destnîşan kir: “Dema mijar derbarê serwerîya rojhilatê Deryaya Spî de be, divê gotin ligel kiryarê hev bigrin, lê Tirkîye rêz li gotinan nagre.”

Li alîyê din, Josep Borrell, Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê jî ragihand; Yekîtîya Ewropayê hejmarek ceza li dijî Tirkîyê amade dike û tê çaverêkirin ku di lûtkeya dahatû ya Yekîtîya Ewropayê de ev ceza were gotûbêj kirin, ku biryar e di 24ê meha Îlonê de were lidarxistin. Ev jî weke bersivek bo milmilanîya navbera Yewnanistan û Tirkîyê ya li rojhilatê Deryaya Spî.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin