Macron ji derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê dilgiran e

Macron ji derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê dilgiran e

.

A+A-

Serokê Fransayê di gotarekê de bi helkefta sala nû ya zayînî, pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir û têkildarî Brexitê jî dilgiraniya xwe li hember derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê nîşan da.

Emmanuel Macron ragihand, ku ew ji derketina Brîtanyayê ji endamîtiya Yekîtiya Ewropayê dilgiran e, lê tevî wê yekî Macron diyar kir, “ruxmî ku Brîtanya ji YE derketiye, lê belê Brîtanya û Brîtanî weke cîran, heval û hevpeymanê Fransa û Yekîtiya Ewropayê dimînin.”

Macron got: “Bijardeya derketina ji Yekîtiya Ewropayê berhemê bêzariya ewropî û gelek derew û sozên vala bû.”

Ji îro pê ve êdî Brîtanya beşek ji Yekîtiya Ewropayê nîne û li gor rêkeftina bazirganî ya nû, peywendiyên xwe yên aborî rêkdixin.

Serokê Fransayê di beşeke peyama xwe de da xuyakirin: Bo cara yekê, welatek wate Brîtanya, ji Yekîtiya Ewropayê derdikeve. Çend rojan berî niha me rêkeftinek kir ji bo rêkxistina peywendiyên me li gel wî welatî yên di paşerojê de, ew jî li gel berevanîkirina li berjewendî û pîşesazî û masîgirên me û Yekîtiya Ewropayê.

Brîtanya di sala 1973an de bûbû endamê Yekîtiya Ewropayê û piştî 48 salan ji endambûna di wê yekîtiyê de, bi fermî şeva bihorî ji endamtiya wê derket.

Bi vê pêngavê, êdî Brîtaniyan mafê jiyanê û karkirina rasterast li 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji dest dan, lê belê ew yek wan brîtaniyan li xwe nagire, ku pasporta yek ji 27 welatên endamên yekîtiyê pê re heye.

Ligel destpêka sala nû ya zanînî, Brîtanya bi temamî ji Yekîtiya Ewropayê derket. Di demjimêr 11:00 bi dema Greenwich û demjimêr 02:00 bi dema Hewlêrê, Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket û cîbicîkirina yasayên wê yekîtiyê li navxweyê welat da rawestandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin