Macron: Erdogan lîstikeke xerab dilîze

Macron: Erdogan lîstikeke xerab dilîze

Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, li Lîbya lîstikeke xerab dilîze û bi şandina çek û çekdaran ji bo Lîbya, şerê navxweyî li wî welatî gurtir kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Frensayê  Emmanuel Macron û Serokomarê Tunusê Keys Seîd civîneke hevbeş a çapemenîyê saz kirin û têde Macron ragihand ku Tirkîyê li Lîbya lîstikeke xerab dilîze û wî berî niha ev yek ji serokê Tirkîyê Erdogan re gotibû.

Macron destnîşan kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, sozên xwe yên ku di Konferansa Berlînê de dabû binpê kir û bi şandina çek û çekdaran ji bo Lîbya, şerê navxweyî li wî welatî gurtir kir.

Serokomarê Franseyê herwiha anî ziman ku divê Erdogan destê xwe ji Lîbya bikişîne û wî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî behsa destêwerdana Tirkîyê ya li Lîbyaye kirîye.

Macron herwiha bûyera di navbera hêzên deryayî yên Tirkîye û Fransayê de jî weke mirina mejî ya NATOyê pênase kir.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin