Macron: Em ê welatê xwe radestî terorê nekin

Macron: Em ê welatê xwe radestî terorê nekin

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrişa li bajarê Nice ragihand, ev êriş li dijî nirxên Fransayê hatiye kirin û ew ê welatê xwe radestî terorê nekin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Dêra Notre-Dame kir li bajarê Nice ku di encama êrişekê de li wê deverê 3 hatin kuştin.

Emmanuel Macron li cihê bûyerê gotarek pêşkêş kir û got, “Ez dixwazim bibîr bixim hemû xelkê li vê derê li gel Katolîkên li Fransa û derveyî welati in. Eger careke din rastî êrişê hatibin, ev li dijî azadî û nirxên me ye. Lê ez garantiya wê didim ku em dê li ser axa xwe berdewam bin li ser baweriya bi azadî û em radestî ti terorekê nabin. Ez vê bi zelaliyek mezin dibêjim, em dest jê bernadin.”

Macron herwiha got, “Li Fransayê tenê civakek heye, ew jî civaka netewî ye. Divê em di van deman de yekîtiya xwe biparêzin û radestî ruhê perçekirinê nebin.”

Her di wê gotara xwe de Emmanuel Macron rewşa neasayî li tevahiya Fransayê ragihand û got, “Artêşa Fransayê di parastina dibistan û cihên olî de beşdar dibe. Em ê welatinên Komara Fransayê biparêzin. Divê welatiyên Fransayê çav vekirî bin û rê nedin tundrewan duberekiyê çêbikin

Herwiha Macron got, “Tundrewên Îslamî destê wan di êrîşan de heye” û tekez kir, “Em 7 hezar leşkeran li bajarên Fransayê belav dikin. Sibê Civata Berevaniyê ya Fransayê dicive û biryar û tedbîrên nû radigihînin. Em xwe ji terorîstan re danaynin û berevaniyê di ber azadiyan de dikin.”

Îro roja pêncşemê  29.10.2020, di êrişeke bi kêran de 3 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Şaredarê wî bajarî jî ew wek êrişeke terorîstî binav kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin