Macron: Divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan li Sûriyê bimînin

Macron: Divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan li Sûriyê bimînin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî diyar kir ku divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan piştî têkbirina DAIŞê jî, li Sûriyê bimînin da ku rê li ber xurtbûna bandora Îranê bigirin û 'Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.

A+A-

Macron bi Fox Newsê re axivî û got ku divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan piştî têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê jî li wî welatî bimînin da ku rê li ber xurtbûna bandora Îranê bigirin û 'Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.

 

Bo damezirandina Sûriyeke nû...

Serokkomarê Frensî got, "Heta piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê jî, Amerîka, Fransa û hevalbendên me, hemû welatên li herêmê, heta Rûsya û Tirkiye jî dê roleke giring ji bo damezirandina Sûriyeyeke nû bilîzin. Lê helbet tenê gelê Sûriyeyê dê siberojê diyar bike.

 

Herwiha Macronî got ku ev welat ji Sûriyeyê derkevin, Îran dê li wî welatî xurt bibe û wiha got:

"Roja em şerê DAIŞê bi dawî bikin, eger bi tevahî û heta ji aliyê siyasî ve (ji Sûriyeyê) derkevin, em ê her tiştî bidin rejîma Îranê û (Serokê Dewleta Sûriyeyê) Beşar Esadî û ev kes dê şerekî nû amade bikin, terorîstên nû xwedî bikin." 
 

Hêjayî gotinê ye ku Macronî berî niha jî gotibû ku wî serokê Amerîkayê Donald Trump qanî kiriye ku ji Sûriyeyê venekişe lê Qesra Spî ev îdîaya Macronî red kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin