Macron dîsa Tirkîye kir armanc: Divê were cezakirin

Macron dîsa Tirkîye kir armanc: Divê were cezakirin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku “divê Tirkîyê ji ber binpêkirinên li hemberî serwerîya Yûnan û Qibrisê bê ceza nemîne.”

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku bi Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades re civîya û ragihand ku, nabe Yekîtîya Ewropayê “bersiva hewlên provokasîyonê yên Tirkîyê li Rojhilatê Deryaya Spî” nede.

Emmanuel Macron da xuyakirin ku pirsa Deryay Spî ji bo Yûnanê û Qibrisê girîng e, di ware enerjî û ewlekarîyê de pêgeheke taybet heye û got: “Hewlên îsbatkirina hêzên li navçeyê hene û bêdengîya Yekîtîya Ewropayê bûye sedem ku Tirkîye û Rûsya li wê navçeyê derkevin pêş.”

Macron dibêje şaştîyeke mezin e ku ew ewlehîya xwe ya li Deryay Spî bidin destê welatên din, lê Fransa dê rê bi wî karî nede. 

Macron da xuyakirin ji bo rawestandina wan binpêkarîyên Tirkîyê ew bi temamî piştevanîya Yûnanistan û Qibrisê dikin û Ewropa rê nade ku destdirêjê li ser sinorên wê yên avê bê kirin û kesên wan karan dikin bê ceza namînin

Serokomarê Fransayê wiha axivî: “Nabe gef li serwerîya welatekî endamê Yekîtîya Ewripayê were xwarin û em vê yekê qebûl nakin. Kesên vê yekê din divê bêne cezakirin. Binpêkirinên Tirkîyê yên li nav avên Yekîtîya Ewropayê dê bê ceza nemînin.

Bi gotina Macron li Rojhilatê Deryaya Spî di warê enerjî û ewehîyê de bi taybetî bandora Tirkîyê û Rûsyayê zêde dibe, lê Yektîya Ewropayê di wî warî de li paş maye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin