Macron diçe cihê êrîşa li bajarê Nice

Macron diçe cihê êrîşa li bajarê Nice

.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrîşa îro Pêncşemê ya li bajarê Nice ku li gorî zanyariyên dawî 3 kes bi kêran hatine kuştin (jinek hatiye serjêkirin) û gelek kes jî birîndar bûne diçe cihê bûyerê.

Piştî êrîşa li ber kilîseya Notre Dame a li bajarê Niceyê li Parlamena Fransayê parlamenterên fransî ji bo qûrbaniyên êrîşê yek xulekê rêz girtin.

Herwiha Macron bi wezîrên hikûmeta Fransayê re li ser bûyerê civiya û maseya krîzê hat damezrandin.

Şaredarê bajarê Nice Christian Estrosi ragihand ku wê îro Macron derbasî bajêr bibe û li ser êrîşê lêkolînan bike.

Herwiha Estrosî li ser Twitterê daye xuyakirin ku kesê bi kêran êrîş kiriye hatiye desteserkirin.

Li dorûbera cihê bûyerê polîsê Fransî tedbîr standine û lêkolîn li ser tê kirin bê têkiliya vê êrîşê bi êrîşa serjêkirina mamosteyê zanîngehê Samuel Paty re heye yan na.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin