Macron bersiva Erdoğan da: “Heqaret rêbazeka rast nîne”

Macron bersiva Erdoğan da: “Heqaret rêbazeka rast nîne”

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di axaftineka xwe de bo serokê Fransayê Emmanuel Macron gotibû “Daxwaza min ew e bistekî zûtir Fransa û xelkê Fransayê ji Macron xelas bibe”. Li ser gotina Erdoğan serokê Fransayê Macron bersiva Erdoğan da û weha got:

“Ez naxwazim êrîşê şexsê mirov bikim. Ferqa navbera me ev e. Baweriya min bi rêzgirtinê heye. Her diçe di nav civakê de şiddet zêde dibe. Ji ber ku lîder dibin mînakê şiddetê. Di nav siyasetmedaran de heqaret rêbazeka rast nîne.”

Macron di dewama hevpeyvîna xwe de ku dabû malperekî got ku ew, Erdoğan û xelkê Tirkiyê ji hev vediqetîne û weha got:

“Esas bo azadiya ramanan divê li hemberê Tirkiya Erdoğan têkoşîn bêdayîn. Ez hukumeta Tirkiyê û xelkê ji hev vediqetînim. Xelkê Tirk ji azadiyê hez dike û azad e. Têkoşîna bingehîn ya li hembêrê Erdoğan û hukumeta wî ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin